Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê ber bi qonaxa dabînkirina ewlehiya xwarinê ve pêngavan diavêje

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 07.10.2024) pirojeya Kavîn Farmê li Dihokê vekir, ku girêdayî xwedîkirina çêlan û berhemên spiyatî ye û wekî yek ji mezintirîn pirojeyên candarî û berhemanîna spiyatiyan li ser astê Herêma Kurdistanê û Îraqê tê hesibandin.

07.10.2024, Pts - 15:58

Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê ber bi qonaxa dabînkirina ewlehiya xwarinê ve pêngavan diavêje
Nuçe Belav bike

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di nav merasîmên vekirina pirojeya Kavîn Farmê de gotarek pêşkêş kir û tê de tekez li ser siyaseta Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo hemerengkirina dahatan kir, behsa giringiya kertê çandinê di pêşxistina kertên din ên wekî pîşesazî û bazirganî de kir û herwesa dilxweşiya xwe diyar kir ku Herêma Kurdistanê ber bi qonaxa parastina ewlehiya xwarinê ve pêngavan diavêje.

Ev jî naveroka gotara Serokwezîr Mesrûr Barzanî ye:

Bi navê Xudayê Mezin û Dilovan

Amadebûyîyên hêja û qedirgiran

Ez spasiya amadebûna we dikim. Berî du salan em ji bo danana berê binyatî yê vê pirojeyê hatin vê derê û îro em ji bo vekirina vê pirojeyê li vê derê ne. Di dema van her du salan de karekê baş hatiye kirin, ya ku min dîtiye bi rastî cihê destxweşî û şanaziyê ye ku pirojeyên wesa li ser astê Herêma Kurdistanê tên çêkirin. Ew jî yek ji wan pirojeyên gelek stratejîk e yên ku li devera Sêmêlê hatine danan.

Vê pirojeyê dê ji bo hemî parêzgeha Dihokê û hemî Kurdistanê feyde hebe. Gelek ji pirojeyên stratejîk li devera Sêmêlê ne, diyar e ku giringiya vê deverê ji bo pêşxistina van pirojeyan çend berçav e. em hêvîdar in xelkê vê deverê feydeyî ji van pirojeyan bibînin. Bê goman ew hejî gelek pirojeyên din in jî ku dê li paşerojê bên bicihanînçi ji bo mijara xizmetkariyan ji bo xelkê vê deverê an pêşxistina aborî ya vê deverê an jî her mijareke din ku bikeve di xizmeta welatiyên Kurdistanê de.

Ev pirojeya ku îro li vê derê hat vekirin ji bo berhemanîna spiyatiyan e. Ew rûberê ku ev piroje li ser hatiye bicihanîn rûberekî gelek berfireh e û bê goman bandoreke baş dê li ser aborê Herêma Kurdistanê hebe û derfetên karî dê ji bo xelkê vê deverê zêde bike. Xuya ye bi sedan derfetên karî di vê pirojeyê de heye û çend berfirehtir jî bibe, ev derfet dê zêdetir bibin û xelkê me ne tenê dikare li vê derê kar bike, belkî fêrî şarezahiyên din jî dibin û hêdî hêdî ev piroje dê pirojeyên din jî li pey xwe bînin.

Bernameya hikûmetê ji bo hemerengkirina aborê me ji bo wê yekê ye ku em bi yekane çavkaniya dahatê ve girdayî nebin, belkî giringîdana bi kertê çandinê ji bo wê yekê ye ku dê gelek feydeyên din ji bo pêşxistina hemî kertên din jî hebin. Em li wê hêviyê ne kku mijara ewlehiya xwarinê li ser astê hemî Herêma Kurdistanê bê dabînkirin û xelkê me êdî neçar nebe berhemên xwarinê ji der ve bîne an jî eger Xudê neke em tûşî qeyranekê bûn, mijara xwarinê û ewlehiya xwarinê ji bo me bibe arêşe.

Dabînkirina xwarinê ji bo xelkê Kurdistanê yek ji armancên me yên serekî ye û ez dilxweş im ku dibînim li ser astê hemî Kurdistanê bê cudahî li hemî parêzgehên Herêma Kurdistanê pirojeyên wesa tên vekirin, gelek ji wan gehiştine encamê dawiyê û hindek ji wan jî hêşta di bernameyê de ne ku bên bicihanîn.

Parastina ewlehiya xwarinê ji bo her welatekî, ji bo her neteweyekê û ji bo her miletekî tiştekê gelek giring e. Ez dilxweş im ku îro Herêma Kurdistanê ber bi wê qonaxê ve pêngavan diavêje.

Çêkirina derfetên karî ji bo xelkê me yek ji wan mijaran e yên ku me hemî deman xwestiye kertê taybet bi kertê gişrî û hikûmetê re alîkar be: xelk hemî deman neçar nebe ji bo damezrandinê li benda hikûmetê be, belkî di van pirojeyan de derfetên karî hebin, wê demê biryar di destê welatî de ye ku li kertê giştî an jî li kertê taybet kar bike. Dema ev piroje tên bicihanîn, her pirojeyek pirojeyekî din li pey xwwe tîne. Herwesa ji aliyê pîşesaziyê jî ve, pêdivîtiya van pirojeyan bi amûrên çandinê û birêvebirin û çarekirin û alîkariyê heye. Ev jî dibe sedema wê yekê ku her pirojeyek, pirojeyekî din jê peyda bibe. Pirojeyên pîşesazî jî di dû pirojeyên çandinê re tên. Di bernameya me de heye ku gelek giringiyê bi kertê pîşesazî jî bidin, ji bo ew jî bibe derfeteke din ji bo xelkê me ku bikare hem Kurdistanê ber bi pêş ve bibie, hem jî derfeteke zêdetir ji bo xelkê me hebe ku di warên cuda cuda de kar bike.

Vê pirojeyê bê goman bandoreke zêde li ser bazirganiyê jî heye. Me ji mêj ve bizaveke cidî kiriye ku Kurdistanê bi sûkên cîhanî ve bê girêdan, ji bo ku em deriyê hinardekirina berhemên navxweyî ji bo cîhanê vekin. Em di wê yekê de serkeftî bûn ku em bikarin berhemê çandinê li Kurdistanê ber bi welatên kendavî û hin welatî din jî ve bişînin. Ev destpêka e, ev wesa dike ku aborê Kurdistanê bikeve di warekî de ku mijara hinardekirina berhemên navxweyî û anîna berhemên derve bê rêkxistin. Em neçar nebin ku hemî deman miletek bin tenê tiştên xelkî hawirde bikin û pereyê me biçe derve. Ev piroje dema berhemên navxweyî dişîne derve, ji bo rêkxistina mijara bazirganî bi wan welatan re yên ku Kurdistanê peywendî pê re heye gelek alîkar dibe, lewma ez gelek dilxweş im ku ev piroje yek bi yek bi ich tên, ku dê bandoreke zêde li ser pêşxistina aboreke bihêz ji bo Kurdistanê hebe.

Ez gelek dilxweş im ku min dît li vê derê rûberekî gelek vekirî kiriye dar û keskatî, ew jî ji bo mijara jîngehparêziyê karekî gelek baş e. Ew ponda ku we ji bo komkirina avê çê kiriye, ew jî alîkareke zêde ye ji bo ku em baştir feydeyî ji wan nîmetan werbigirin ên ku Xudê dane me û em nehêlin belaş biçin. Vê keskatiyê dê bandoreke zêde li ser bayî û ji bo wan candaran hebe yên ku li vê derê dijîn. Bê goman mijara jîngehparêziyê ji bo me pêdivî ye bibe çand. Her pirojeyekê em çê bikin, eger derfet tê de hebe, em rûberekî wan pirojeyan bikin keskatî û bikin şînkatî û darûbaran lê biçînin, bê goman em dê alîkar bin.

Ez wesa dibînim ku ev pirojeyên tên çêkirin yek piroje nînin, belkî alîkar dibin ji bo ku gelek pirojeyên din jî bi wan ve bên girêdan. Ev jî dibe sedema wê yekê ku aborê Kurdistanê ber bi pêş ve biçe.

Careke din ez destxweşiyê li kompaniya Kavîn Grûpê dikim ji bo çêkirina KAvîn Farmê, bi rastî cihê şanaziyê ye. Her serkeftî bin û ez hêvîdar im berhemên we di xizmeta hemî xelkê Kurdistanê de bin, Kurdistan jî roj bi roj zêdetir zvedan be.

 

 

 

 

 

Vî nûçeyê tevayî: 364 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:11:04
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x