Bi amadebûna cîgirên Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî, duh 29ê Nîsanê xula 20emîn a pêgehandina kadroyên PDKê birêve çû.
Cîgirê Serokê PDKê Mesrûr Barzanî di gotarekê ragehand: “Ez pir kêfxwaş im ku îro em bi hev re li vir amade ne di gera 20em a pêgehandin û perwerdekirina kadroyan. Ez dixwazim spasiya birêz Qadir û karmendên enstîtuyê bikim ji bo organîzekirina vê çalakiya girîng û ez dixwazim spasiya hemî mamoste û kadroyan jî bikim. Ez hêvî dikim ku ew ê kursek serketî hebe û di pêşerojê de amade bin ku bi dijwarîyan re rû bi rû bimînin û proje û ajandaya PDK-ê bi ser bixin, bi destûra Xwedê.”
Herwiha diyar kir: “Perwerde her dem beşek girîng a PDKê bû ji bo perwerdekirina kadroyên wê da ku xwe ji bo civak û pêşketinan amade bikin. Beşek ji vê kursê ew e ku em peymana xwe bi rêya Barzaniyê nemir re, bi damezrîner, rêber û bavê neteweyî yê me Mela Mistefa Barzanî re, bi rêberê me Birêz Îdrîs re, bi rêberên me yên têkoşer re, bi Pêşmergeyên me yên qehreman re nû bikin. Qonaxa serkeftinê dê di demek nêzîk de were, înşealah.”
Cîgirê Serokê PDKê amaje bi wê jî da: “Beşek din jî ew e ku em peymana xwe ya bi Serok û rêberê xwe cenabê Serok Barzanî re, îro û bi nifşê pêşerojê re ji nû ve piştrast bikin û nû bikin ku em ê ne tenê qedrê dîroka serwer a ku me heye bigirin, lê divê em çi ji destê me tê bikin da ku em wê dîrokê lê zêde bikin. Werin em peyama PDKê bigihînin her kes û çînek li vî welatî.”
Herwiha diyar kir: “PDK xwedî dîrokeke pir dewlemend e, lê nabe em tenê di dîrokê de bijîn. Em serbilind in bi dîroka xwe, bi Serokatiya xwe serbilind in, bi dema xwe ya borî serbilind in, bi xebat û qurbanîdana xwe serbilind in, ya ku PDKê kiriye bê mînake, lê nabe ku em tenê di dîrokê de bijîn û pêwîste em bi xwe jî ya ku ji destê me bê, bikin û li ser zêdehiyê bikin ji bo ku di pêşerojê de jî bikaribin ew dîroka ku em ava dikin, ew bi şanaziyê bi dîroka xwe ve bikin.
Mesrûr Barzanî diyar kir, “Serdema niha li gel ya borî cuda ye, niha teknolojiya nû heye, hişê zîrek heye, awayê peyaman pirin, ragehandin tenî çapemenî nîne, niha televîzyon heye, radyo heye, medyaya civakî heye, divê em xwe li gel zanista serdemê guncav bikin, li gel teknoloniya serdemê û pêgehandina kadroyan nabe tenê di çarçoveya pêgehandina ramana hibatiyê de bimînin, pêwîste hem sûdê ji teknolojiya serdemê werbigrin, hem jî em xwe jî têbigehînin li wê ku agahdar bin bûyer li navçeyê de bi çi astêde derbas dibin ta ku em bikaribin di asta bîrkirina neteweya xwe de bin, ya gelê xwe de bin.
Tekez jî kir, “Li Kurdistanê gelek partiyên cuda hene, hin ji wan hevalbendên me ne, hin ji wan reqîbên me ne. Li Kurdistanê têkoşîneke siyasî hebûye û wê hebe. Divê em bizanin ka em çawa xwe amade bikin da ku bersiva hemû propagandayên xerab ên li dijî partî û neteweya xwe bidin û peyamên me çi ne? Em van peyaman bi kîjan alî û çawa divê bigihînin gelê xwe?”
Destnîşan kir: “Pêwîst nake ku em bersiva hemû axaftinên nehezan bidin, lê pêwîst e em amadebin bo wê ku peyama xwe wekû heye bigehînin, divê beşdar bûn bi civakê, avakirina raya giştî ya di nav civakeke serekî ya erk û karê kadroyan be.”
Mesrûr Barzanî got jî: “Bêyî PDKê, bêyî we, ez bawer nakim ku em bikaribin bigihîjin armancên miletê xwe. Ji ber vê yekê, hûn çiqas xwe xurt bikin û çiqas hûn karibin bi gel re têkevin têkiliyê û baweriya gel bi dest bixin, em ê ewqas nêzîktir bibin.”
Cîgirê Serokê PDKê got, “Ji ber vê yekê, ez naxwazim axaftina xwe dirêj bikim. Ez piştrast im ku di vê dewreyê de, mamoste dê li ser tiştên pêwîst bi we re nîqaş bikin û hûn ê xwe perwerde bikin û xwendina we ya teman ji bo bûyeran heye. Bi rastî jî xweş e ku meriv dibîne li bakur, başûr, rojhilat, rojava, li her derê, Kurd li ser çarenûsa xwe difikirin, bi aştiyane digihîjin armancên xwe.”
Mesrûr Barzanî diyar kir, “Careke din ez dixwazim spasiya mamosteyan, organîzatorên vê enstîtuyê û vê kursê bikim, ez ji hemî kadroyên serketî re serkeftinê dixwazim, hûn bi ser bikevin, Partiya me herdem serbilind û serkeftî bimîne, Kurdistana me her avedan be.”