Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Japonya yê li Iraqê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro duşemê 22yê Tebaxê, pêşwazî li Balyozê Japonya yê li Iraqê Suzuki Kotaro kir.

22.08.2022, Pts - 12:19

Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Japonya yê li Iraqê kir
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro duşemê 22yê Tebaxê, pêşwazî li Balyozê Japonya yê li Iraqê Suzuki Kotaro kir.

Di hevdîtinê de li ser pêşvebirina pêwendiyên dualî û rewşa giştî ya Iraq û navçeyê gotûbêj hat kirin.

Balyozê Japoya yê li Iraqê pesnê çaksaziyên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê da di warê hemecûrkirina aboriyê û hêsankarîkirina ji bo veberhêneran û piştgiriya sektora taybet. Herwiha amadebûna welatê xwe ji bo pêşvebirina pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê nîşan da.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya piştevaniya Japonyayê kir, bi taybetî ku bi rêya ajansa JICA û bi hevkarî û hevahengiya Hikûmeta Herêmê, çend projeyek li Herêma Kurdistanê encam didin. Herwiha daxwaza pêşxistina zêdetir a pêwendiyan ligel Japonyayê di hemû waran de dûpat kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 488 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:34:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x