Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li Tîma Futbolê ya Iraqê dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya bidestxistina Kupaya Şampiyoniya Kendavê, pîrozbahî li Tîma Iraqê û cemawera Iraqî kir.

20.01.2023, Cum - 05:32

Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li Tîma Futbolê ya Iraqê dike
Nuçe Belav bike

Îro Pêncşemê 19ê Çileya 2023an, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di twîtekê de bi boneya bidestxistina Kupaya Şampiyoniya Kendav 25, pîrozbahî arasteyî Tîma Iraqê û cemawera Iraqê kir.

Di twîta Serokwezîrê Herêma Kurdistanê de hatiye: “Hêviya serkeftinê ji bo karwanê werzişê ji Iraqê re dixwazim.”

Îşev 19ê Çileya 2023an, li Yarîgeha Besrayê ya Navdewletî, Tîma Iraqê di lîstika dawî ya Kupaya Kendav 25ê de, bi encama 3 gol li hember 2 golên Tîma Umanê bi ser ket û bo cara çarem di dîrokê de bû şampiyona Kupaya Kendavê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 196 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:03:17
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x