Mesrûr Barzanî û şandeke serbazî ya Brîtanyayê: Pêdivî ye piştevanîkirina hêza Pêşmergeyan berdewam be

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandeke serbazî ya Brîtanyayî dike, ku ji aliyê Şêwirmendê Bilind ê Serbazî yê Brîtanyayê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ve serokatiya wê şandê tê kirin.

11.09.2024, Çar - 17:59

Mesrûr Barzanî û şandeke serbazî ya Brîtanyayê: Pêdivî ye piştevanîkirina hêza Pêşmergeyan berdewam be
Nuçe Belav bike

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêşwaziya şandeke serbazî ya Brîtanyayî kir, ku ji aliyê Şêwirmendê Bilind ê Serbazî yê Brîtanyayê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Edward Ahlgren ve serokatiya wê şandê dihat kirin.

Li dû ragehandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di wê civînê de ku Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê Andrew Beazley jî tê de amade bûbû, danûstandin li ser guhertin û pêşkeftinên rewşa giştî ya Îraq û deverê û pêşxistina hevahengî û alîkariyên ewlehî û serbazî yên navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê û pêşkeftina piroseya çaksaziyên Wezareta Pêşmerge hatin kirin.

Her di wê ragehandinê de hatiye, her du alî li ser giringiya berdewambûna piştevanîkirina hêza Pêşmergeyan ji bo rûbirûbûna teroristên DAIŞê û terorê hevnerîn bûn.

Di tewerekî din de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser paşeroja erkê hêzên Hevpeymanan li Îraq û Herêma Kurdistanê li hev guhertin. Di vî warî de jî tekez li ser pêdivîtiya berdewamkirina piştgirîkirina Pêşmergeyan pêxemetî ewlehî û seqamgiriya Herêma Kurdistanê hat kirin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 221 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:07:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x