Mesrûr Barzanî: Werin em di malper û medyaya civakî de Kurdî bêtir bi kar bînin

Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Ez ji xwe ve dest pê dikim û ji îro û pê de ez ê bêtir bi Kurdî tweet bikim

21.02.2023, Sal - 09:56

Mesrûr Barzanî: Werin em di malper û medyaya civakî de Kurdî bêtir bi kar bînin
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya Roja Zimanê Dayik ragihand: “Parastin û pêşxistina zimanê dayik erkê me hemûyan e. Ez ê ji xwe ve dest pê bikim û ji îro û pê de ez ê bêtir bi Kurdî tweet bikim.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 21ê Sibatê bi boneya Roja Zimanê Dayik li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” nivîsî: “Ez Roja Zimanê Dayik li hemû Kurdistaniyan, netewe û pêkhateyên Kurdistanê pîroz dikim. Parastina û pêşxistina zimanê dayik erkê me hemûyan e. Werin em di malper û medyaya civakî de Kurdî bêtir bi kar bînin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî: “Ez ji xwe ve dest pê dikim û ji îro û pê de ez ê bêtir bi Kurdî tweet bikim.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 199 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:05:04
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x