Nêçîrvan Barzanî: Em êrişa li baregeha Amerîkayê ya li Urdinê şermezar dikin

Serokê Herêma Kurdistanê ragihand ku ew êrişa dronî ya li baregeha Amerîkayê ya li Urdinê ku di encamê de 3 serbazên canê xwe ji dest da û bi dehan jî birîndar bûn, bi tundî şermezar dikin.

29.01.2024, Pts - 06:58

Nêçîrvan Barzanî: Em êrişa li baregeha Amerîkayê ya li Urdinê şermezar dikin
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê êrişa dronî ya li baregeha Amerîkayê ya li Urdinê ku di encamê de 3 serbazên canê xwe ji dest da û 25 jî birîndar bûn, li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de ew êriş şermezar kir û hevxemiya xwe jî ji bo malbatên serbazên ku canê xwe ji dest daye re xwest.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got:

“Ez êrişa terorîstî ya li dijî hêzên Amerîkî yên li bakurê rojhilatê Urdunê bi tundî şermezar dikim. Ez ji malbatên serbazan re sersaxiyê dixwazim.

Di vê dema dijwar de bi gelê Amerîkayê re ne û ji birîndaran re şifayê dixwazin.”

Doh di encama êrişeke dronî ya li baregeha Amerîkayê ya li Urdunê 3 serbazên Amerîkayê canê xwe ji dest da û 25 jî birîndar bûn.

Berxwedana Îslamî ya Îraqê bi daxuyaniyekê berpirsyariya êrişê girte ser xwe.

Biden soza tolhildanê da

Serokê Amerîkayê Joe Biden piştî êrişa dronî ya Berxwedana Îslamî ya Îraqê komên soza tolhildanê da.

Biden di daxuyaniya xwe de got, “Bila ti gumana we nebe, em dê ji hemû berpirsyaran bi awayê ku em dixwazin hesap bipirsin.”

Koma Şîe ya ser bi Îranê ve ku xwe wekî “Berxwedana Îslamî ya Îraqê” bi nav dike, ji 17ê Çiriya Pêşînê ve heta niha zêdetirî 150 êriş li dijî baregehên Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ya li Îraq, Sûriye, Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê pêk anîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 511 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:35:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x