Nêçîrvan Barzanî ji bo Pêşmergeyê şehîd peyamek weşand

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji bo Pêşmergeyê şehîd, Puşo Xalid peyamek weşand.

30.10.2023, Pts - 07:44

Nêçîrvan Barzanî ji bo Pêşmergeyê şehîd peyamek weşand
Nuçe Belav bike

22yê ve mehê saet 16:00an li Mexmûrê di navbera Pêşmerge û artêşa Îraqê de şer derket.

Di encama vî şerî de 2 Pêşmerge şehîd ketin.

Fermandarê Lîwaya 18an a Pêşmergeyan Salih Zirariyê ku di vî şerî de birîndar bûbû jî 26ê mehê şehîd ket û hejmara şehîdan bû 3.

Herî dawiyê, Alîkarê Fermandarê Lîwaya 18an a Pêşmergeyan Puşo Xalidê ku di vî şerî de birîndar bûbû jî doh şehîd ket.

Piştî şehîdbûna Puşo Xalid hejmara şehîdên şerê li Mexmûrê derket 4an.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku Nêçîrvan Barzanî, bi rêya telefonê bi malbata Puşo Xalid re axiviye û ji wan re sersaxî xwestiye.

“Di rêya azadiya Kurdistanê gelek şehîd dane”

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de got:

“Neçîrvan Barzanî di peyama xwe de da zanîn ku malbata Puşo Xalid di rêya azadiya Kurdistanê gelek şehîdên din jî dane.

Hêvî dikim ku Xwedayê mezin rihê wî şehîdî bi dilovaniya xwe şad bike, sebir û aramiyê bide her kesî.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 267 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:53:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x