Nêçîrvan Barzanî, Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya Îraqê qebûl kir

Serokê Herêma Kurdistanê, Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya Îraqê Jeanine Hennis-Plasschaert qebûl kir.

16.12.2023, Cts - 18:08

Nêçîrvan Barzanî, Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya Îraqê qebûl kir
Nuçe Belav bike

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya Îraqê Jeanine Hennis-Plasschaert re civiya.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî û ewlehiyê ya Îraqê, hilbijartinên encûmenên parêzgehan û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê hatin gotûbêjkirin.

Herwiha aliyan tekezî li ser wê yekê kir ku divê pêwendiyên Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdetir pêş bikevin, rola Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî jî erênî hatin nirxandin.

Her du aliyan amaje bi wê yekê kirin ku divê pirsgirêkên di navbera Hewlêr-Bexdayê de li ser esasê diyalog û destûrê bên çareserkirin.

Di hevdîtinê de her du aliyan behsa hilbijartinên herêmî yên Îraqê jî kirin û anîn ziman ku bi taybetî li navçeyên Kurdistanî yên ku di Madeya 140 de ne prose di rewşeke aram de, bi rê ve biçe.

Di hevdîtinê de geşedanên dawî yên li Rojhilata Navîn jî mijareke din a hevdîtinê bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 321 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:03:37
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x