Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî peyamek belav kir û ragihand:
“Bidawîanîna tundûtijiya li dijî jinan, parastina mafên wan û dabînkirina jîngehekê ku beşdariya wekhev a wan di hemû warên jiyanê de misoger bike, berpirsyariyeke giştî ye.”
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de her wiha anî ziman:
“Ji bo 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî bi germî pîrozbahiyê li hemû jinên Kurdistan, Îraq û cîhanê dikim û hêviya bipêşkeftin û serkeftina zêdetir di hewlên wan ên ji bo pêkanîna dadmendî û wekheviyê de dixwazim.
Ez piştgiriya xwe ya tam ji bo berdewamiya rola wan a bibandor di avakirina civakeke azadtir, dadperwertir û bipêşketî de dubare dikim.”
8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî
Roja Jinan a Cîhanî roja navneteweyî ya jinên kedkar ên cîhanê ye.
Her çend ev roj di asta navneteweyî de salên 1970yî de hatibe pejirandin jî bûyer û daxwaza pîrozkirina vê rojê ya wekî rojeke hevbeş a jinên cîhanê rastî salên 1800î tê.
8 Adara sala 1857an jinan li New Yorkê grevek li dar xist.
Jinan bi greva xwe xwest ku saetên wan a kar dakevin 8 saetan û heqdestekî wekîhev bistînin.
Lê belê di encama grevê de kargeha jinan hat şewitandin û bi qasî 100 jinî di encam vê bûyerê de mirin.
Her çend jinan bi grevê daxwaza xwe dabe pejirandin jî têkoşîna birêxistinî ya ji bo mafên jinan, salên 1900î dest pê dike.
Sala 1903yan li Amerîkayê ji bo parastina mafên jinê yên aborî, polîtîk û kesayetî "Koalîsyona Sendîkayên Jinan" hat sazkirin.