Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê têkildarî kuştina Xelîfeyê DAIŞê, Ebû Îbrahîm El-Haşimî El-Qureyşî peyamek li ser twittera xwe belav kir.
Nêçîrvan Barzanî di vê peyama xwe de dibêje, “Kuştina Xelîfeyê DAIŞê, Ebû Îbrahîm El-Haşimî El-Qureyşî derbeke giran bû ji bo serkirdatiya DAIŞê û kiryareke dadmendane bû ji bo qurbaniyên destê tawanên terorîstî yên wê grûpê.”
Serokê Herêma Kurdistanê ji ber serkeftina di operasyona kuştina serkirdeyê DAIŞê de pesna Amerîkayê dide û dibêje, “em pabendbûna xwe ji bo şerkirin û tunekirina terorê dubare dikin.”
Roja Pêncşembê 3ê Sibata 2022, Wezareta Berevaniya Amerîkayê operasyoneke hêzên dijî terorê yên wî welatî li parêzgeha Idlibê li bakurê rojavayê Sûriyê aşkere kir. Pentagonê ragihand ku operasyon bi awayekî serkeftî hatiye lidarxistin û serkirdeyê DAIŞê Ebû Îbrahîm El-Haşimî El-Qureyşî ku navê wî yê din Ebû Ebdullah Qardaş e, û piştî Ebûbekir Bexdadî wek Xelîfeyê DAIŞê hatiye diyarkirin, di operasyonê de hatiye kuştin.
Serokê Amerîkayê Joe Biden jî ragihand, ku serkirdeyê DAIŞê Ebû Îbrahîm El-Haşimî El-Qureyşî red kiriye xwe radestî hêzên amerîkî bike û xwe teqandiye, di encamê de ew bi xwe û hejmarek kesên ji malbata wî hatine kuştin.
Joe Biden herwiha spasiya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Pêşmerge û hêzên Iraqê kir.
Berdevkê Pentagonê, John Kirby jî roja Pêncşemê 3ê Sibatê di preskonferansekê de behsa operasyonê kir û diyar kir, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di operasyonê de alîkariya wan kirine.