Nêçîrvan Barzanî: Dijmin tim hewl didin tebayiya me ji holê rakin

Alîkarên Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî got, “Dijmin tim hewl didin tebayiya me ji holê rakin.”

30.04.2025, Çar - 09:55

Nêçîrvan Barzanî: Dijmin tim hewl didin tebayiya me ji holê rakin
Nuçe Belav bike

Alîkarên Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî tevlî merasîma destpêkirina xula 20emîn a Peymangeha Kadroyên PDKyê ya Hewlêrê bûn.

Nêçîrvan Barzanî li vê derê axaftinek pêşkêş kir û got:

"Dijminên azadiyê her tim hewl daye ku tebayî me û bihevrejiyana me ji holê rakin. Her dema ku PDK bihêztir bibe, destkeftiyên me jî dê zêdetir bibin."

Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser pêwîstiya beşdariya zêdetir a jinan a di nav partiyê de kir û got, "PDK baweriya xwe bi azadî û pirrengiyê heye."

Wî peyamek da kadroyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî û anî zimên:

“Divê kadroyên PDKyê parêzvanên niştiman û nasnameya Kurdî bin. Paşeroja Kurdistanê di stûyê kadroyên PDKyê de ye û divê ew xwedîtiyê li Kurd û Kurdistanê bikin."

Alîkarên Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî di axaftina xwe de wiha got:

“Birêz kak Mesrûr Barzanî,

Hevalên Mekteba Siyasî ya Partiyê,

Amadebûyên birêz,

Kadroyên partiyê ji her cihê hatibin,

Hûn hemû bi xêr hatin, ser çavan,

Sibeha we hemûyan bi xêr û xweşî be..

Ez kêfxweş im ku di merasîma vekirina vê xula kadroyan de, tevlî we dibim. Ez ji we re serkeftinê dixwazim ji bo xizmetkirina zêdetir a Kurdistanê û rêbaza we, rêbaza Barzanî. Rêbaza xizmetkirin û qurbanîdanê di rêya gelê Kurdistanê de, bi hemû pêkhateyên xwe ve, bi serokatiya mezinê me cenabê Serok Mesûd Barzanî.

Beşdariya we di vê xulê de wateyeke kûr heye. Ev nûkirina soza we ye bi bingehên Partiya Demokrat a Kurdistanê re ku li ser ruhê welatparêzî û nasnameya neteweyî û niştimanî ya Kurd û Kurdistaniyan bi giştî û her wiha li ser bingeha dilsoziya ji bo rêbaza Barzaniyê nemir di tekoşîna ji bo azadî û serbilindiya gelê Kurdistanê de, ava bûye.

Em dubare dikin ku erk û naveroka peyama we, xebatkirin e ji bo bihêzkirina karê hevbeş û çespandina ruhê yekîtî û yekrêziyê di navbera hemû keç û kurên gelê Kurdistanê de, digel rêzgirtina temam ji pirrengiya siyasî re ku ezmûna demokratîk a me bihêz û dewlemend dike.

Parastina pirrengî û azadiyên olî û piştgirîkirina pêkvejiyana aştiyane di navbera hemû pêkhateyên Kurdistanê de, erkekî niştimanî û exlaqî ye, bi taybetî ku dijminên azadiyê, her dem hewl daye ku lihevhatina me û pêkvejiyana me ji holê rakin.

Nirxên bilind ên mirovahiyê yên wekî azadî, dadmendî û wekhevî, kakila hizr û rêbaza Barzaniyê Nemir û Partiyê ne û ji bo her dem wisa dimînin. Ev nirxe divê bibin kiryarên rojane yên cidî û li ser wan kar bê kirin ji bo bihêzkirina rûmeta mirov û xurtkirina hemû tebeqeyên civakê.

Em girîngiyeke taybetî didin piştgirî û bihêzkirina jinan ji bo gihîştina cihekî layiq ku bi maf û rûmeta wan re li hev dike. Civaka me tenê bi beşdariyeke temam û dadmendane di navbera mêr û jinan de, her wiha bi giringî û baldana li ser ciwanan, bilind dibe.

Ez kêfxweş im ji ber ku ji 100 kadroyan ku beşdarî vê xulê ne, 23 jin in, lê bêguman, çaverêyî û xweziya me ji wê zêdetir e û beşdariya jinan di karê partiyê de û di amadebûn û hebûna wan di organên partiyê de, pir pir pêwîst e. Em hêvîdar in ku di xulên pêşerojê de, rêjeyeke zêdetir ji vê jî jin beşdar bibin.

Hevalên hêja,

Têgihîştina ji ruha vê serdemê û dijwarî û guherînên wê, pêwîstiyeke sereke ye ji bo kadroyên partiyê. Ji we tê xwestin ku bi ruheke modern û pêşketî şiyanên xwe pêş bixin da ku hûn pêşengê nifşê rewşenbîr û hişyar bin li Kurdistanê û di nav partiyê de, bi rêya rexneya avakar û xweperwerdekirina berdewam û pisporî di hemû waran de, bi taybetî di warê zanistî û teknolojiyê de.

Nifşê îro zêdetir hişyar e lê ji ber pêşveçûna bilez a teknolojiyê, zêdetir di bin bandora metirsiyên wê de ye. Berpirsyariya we ye ku rêber bin, rê nîşanî vê nifşê bidin û ji xirabî û bandorên neyînî biparêzin.

Divê kadroyê Partiyê parêzvanê welat û berevankar be ji nasnameya Kurdî û ji nasnameya niştimanî ya Kurdistaniyan. Li hemberî wan tevgerên derve bisekine ku hewl didin, hewla berdewam didin ku nasnameya neteweyî û niştimanî ya me lawaz bikin.

Partî ji roja yekem a damezirandina xwe ve heta niha û di hemû qonaxan de parêzvanê nasnameya neteweyî ya Kurd û Kurdistaniyan bûye. Her wiha berpirsyariyeke mezin dikeve ser milên we ji bo parastina ciwanên me ji hemû tirsên vê demê ku ciwanan digire, wekî tirsên madeyên hişbir û kiryarên din ên ziyandar.

Partiya Demokrat a Kurdistanê her dem dibistaneke baweriya bi doza Kurd û Kurdistanê û dilsoziya ji bo xizmeta gel û welat bûye, di vekirîbûna ber bi cîhanê ve bi ruheke bihêz û şaristanî. Divê em hemû dilsoz bin ji vê dibistanê re, ku dibistana Kurdayetî û berevanî ye ji Kurd û hemû Kurdistaniyan re, hilgirê peyama azadî, dadmendî û aştiyê ye.

Pêşeroja Partiyê û Kurdistanê emanetek e, di stûyê we de ye. Bila em bi hev re bi cidî û dilsozî kar bikin ji bo avakirina welatekî azad û pêşketî ku hemû keç û xortên wî bi rûmet û wekhevî bijîn, ruhê şehîdên Kurdistanê şad bike û bibe xelatek ji bo xizmet û renc û xebata têkoşîna Pêşmergeyên qehreman ku di vê rêbazê de xwîna xwe dane û îro di vê merasîmê de em serê xwe bi rêz û hurmet ji wan şehîdan re ditewînin.

Ji bîr nekin, erkê we xizmetkirina ax û welat e, xwedîderketina rastîne ye ji Kurd û ji Kurdistaniyan re, qurbanîdan e di rêya axê û welat de û karkirina cidî û dilsoz e, ji bo avakirina paşerojeke geştir û baştir. Her dema ku Partî bihêz be, her dema ku Partî hebe, bê guman Kurdistan jî geştir û aramtir û pêşketîtir dibe, ji ber ku Partî garantiya serkeftinê û parêzvanê destkeftiyên gelê Kurdistanê ye, ji bo avakirina civakeke azad û sivîl û demokratîk ku tê de nirxên resen û bilind ên gelê me û nirxên hevbeş ên me digel cîhana pêşketî, tên parastin.

Di vê helkeftê de ez spasiya heval Qadir Qaçax û Peymangeha Perwerdehiya Kadroyan dikim ku di hemû qonaxên xebatê de, roleke diyar û berbiçav hebûye ji bo perwerdeya kadroyan. Spasiya hevalan li Mekteba Siyasî û tîma Peymangehê û mamosteyên birêz dikim, ji bo renc û westana wan. Gelek ji van têkoşerên ku îro li vir rûniştine, demekê xwendekar û demekê mamosteyên vê peymangehê bûn.

Pîrozbahiyê li we hemûyan dikim, hêviya serkeftinê ji we re dixwazim, silav û rêz ji ruhê pak ê şehîdan re, silav û rêz ji malbat û kes û karên serbilind ên wan re.

Dîsa hûn bi xêr hatin,

Gelekî spas…”

 

Vî nûçeyê tevayî: 90 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:14:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x