Nêçîrvan Barzanî ji bo wê vexwendinê spasiya Komara Îslamî ya Îranê kir û bal kişand ser wê yekê ku bi Kurdî axiftina serokkomarê Îranê ew dilxweş kirine.
Serokê Herêma Kurdistanê di wê korbendê de got, “Îraq welatekî girîng ê deverê ye û dikare roleke girîng di paşeroja deverê de bilîze, niha mezintirîn arêşe li Bexdayê pirsgirêka herî mezin qerebalixiya trafîkê ye.”
Nêçîrvan Barzanî herwesa got, "Qewl e Îraq ji qonaxekê ber bi qonaxeke din ve diçe û dikare wekî welatekî girîng li deverê roleke bibandor bilîze."
Navbirî amaje jî da, “Îraq gelek ji federalîzmê dûr e. Em bi hevalên xwe yên li Bexdayê re nîqaş dikin, em dibêjin ku em li erdnîgariyekê bi navê Îraq dijîn. Divê em modeleke rêveberiyê diyar bikin ku her kesek li Îraqê jê razî be. Ev model di destûra Îraqê de hatiye destnîşankirin û %80 ya gelê Îraqê deng daye wê destûrê. Em li Herêma Kurdistanê paşeroja xwe di vê çarçoveyê de dibînin û em piştrast in ku eger ew bixwazin destûrê bicîh bînin, Îraq dikare piraniya pirsgirêkên niha yên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê çareser bike.”
Serokê Herêma Kurdistanê eşkere jî kir, “Serederiya Bexdayê bi Herêma Kurdistanê re bi çi awayekî di çarçoveya federalîzmê de nîne.”
Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser wê yekê jî kir ku, têkiliyên Herêma Kurdistanê bi Îranê re dîrokî ne. Amaje jî, “Nêzîkî %60 ya lihevgurtina bazirganî ya Komara Îslamî ya Îranê û Îraqê bi rêya Herêma Kurdistanê derbas diçe Îraqê.” Herwesa got, “Hefteya bê me civîneke din heye ku tê de parêzgarên Herêma Kurdistanê û parêzgarên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê bi hev re dicivin û geştek ji bo Tehranê jî heye, dibe ku ew serokkomarî jî bibînin.”
Navbirî eşkere jî kir ku, ew pêşveçûna têkiliyan di hemî waran de dibînin; di warê siyaset, çand, zanîngeh û karsaziyê de.” Herwesa got, "Me di têkiliyan de, di hemî waran de, pêşketinên baş bi dest xistine."
Serokê Herêma Kurdistanê di derheqa serdana Serokkomarê Îranê bo Hewlêrê de jî got, “Dema serokkomar hat Bexda û Hewlêrê, li Hewlêrê bi Kurdiyekê diaxivî, bi awayekî bi Kurdî diaxivî ku her kes matmayî ma. Serdana min jî ji bo Tehranê dê bandorê li ser hemî mijar, ast û têkiliyan bike û ew dê ber bi pêş ve biçin.”
Nêçîrvan Barzanî amaje jî da ku, ew rêyê nadin Herêma Kurdistanê ji bo cîranên wan bibe çavkaniya metirsiyê. Herwesa got, “Me di warê ewlehiyê de pêşveçûneke baş bi dest xistiye. Me mekanîzmek destnîşan kiriye ku tê de Bexda, Hewler û Komara Îslamî bi hev re bixebitin. Şeva borî min li Tehranê çend hevdîtin kirin, em tev wê yekê dizanin ku me heta niha di warê ewlehiyê de pêşketineke baş bi dest xistiye û em tekez dikin ku axa Herêma Kurdistanê ji bo Komara Îslamî ya Îranê ne çavkaniya xeterê ye û nabe jî.”
Navbirî li ser pirsa çekdanana PKKê û pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê jî got, “Nabe ku pirsa Kurdan bi rêya şer û rijandina xwînê bê çarekirin. Rola ku em li Kurdistana Îraqê dilîzin ew e ku em alîkar bin. Em destwerdanê nakin, ne di karûbarên navxweyî yên Tirkiyê de û ne jî di karûbarên navxweyî yên çi welatekî din de, lê heke em bikarin di çarçoveya wê mijarê de ji bo Tirkiyeyê alîkar bin, me ew amadebûn heye.”
Serokê Herêma Kurdistanê herwesa ron jî kir, "Ew pêvajo li Tirkiyeyê hatiye destpêkirina û cidî ye, ku li aliyekî PKK, li aliyekî din Dem Partî û li aliyê din jî rêzdar Ocalan heye. Ev hersê stûnên sereke yên wê pêvajoyê ne ku niha pê ve mijûl in û me ragehandiye ku her alîkariyeka ji aliyê me ve pêdivî be, em amade ne ku rola xwe bilîzin. Em dizanin ku ev pirsgirêk bi operasyonên leşkerî çareser nabe.”