Nêçîrvan Barzanî: Iraqeke yekreng bi ser nakeve

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, “Divê hemû aliyên Iraqî ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi hev re kar bikin û nakokiyên xwe bidin aliyekî. Çareseriya herî baş, çareseriyeke taybet bi Iraqê ye, Iraqeke yekreng bi ser nakeve.”

08.04.2023, Cts - 13:19

Nêçîrvan Barzanî: Iraqeke yekreng bi ser nakeve
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê beşdarî 42 saliya damezrandina Tevgera Bedr bû û gotarek pêşkêş kir. Di gotara xwe de hêvî kir ku Tevgera Bedr li Iraqê roleke girîng di parastina aramî û pêkanîna demokrasiyê de bilîze.

Nêçîrvan Barzanî amaje bi zilm û zordariya rejîmên berê jî kir û diyar kir ku hevkariya Herêma Kurdistanê û aliyên Iraqî baweriya bi serkeftinê di çavên xelkê de zêdetir kir.

Nêçîrvan Barzanî kuştina Rêberê Şîe Seyîd Mihemed Baqir El Hekîm bi bîr anî û destnîşan kir ku hewlên Hekîm ji bo yekxistina aliyên siyasî yên Iraqê girîng bûn.

Nêçîrvan Barzanî bi bîr xist ku sibe (9ê Nîsanê) 20emîn salvegera rûxandina dîktatoriyê ye û got, “Niha demeke başe ku em li ser destkeftên ku ji yekrêziyê derketine holê bifikirin.”

Barzanî got, “Hilbijartinên azad rihê demokrasiyê ye” û anî ziman, “Em hemû beşdarî serkeftinê bûn û li gorî asta beşdarbûna xwe, berpirsyariya xeletî û kêmasiyên xwe digirin.”

“Divê em dersekê wergirin”

Barzanî amaje bi bandora wêranker a cudaxwaziyê jî kir û got, “Divê em li Iraqê her tim vê rastiyê ji bîr nekin ku dîktatorî û cudahiya etnîkî û olî hertim bûye sedema şer û wêrankirina welat. Lewma tekane rêya aramî û pêşketinê li Iraqê hebûna sîstemeke tam federal û wekhev e. Serpêhatiyên tal ên demên borî ziyaneke mezin gihandiye gelê Iraqê. Ji bo hemû pêkhateyên Iraqê divê em ji van ezmûnan dersê wergirin.”

“Iraqeke yekreng bi ser nakeve”

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku dîroka 102 salên derbasbûyî peyameke zelal a yekîtiyê daye wan û got, “Iraqeke ku Şîe, Sune, Kurd, Kirîstiyan, Tirkmen û pêkhateyên din xwe hevpar û serkeftî bibînin, dê Iraqeke bi îstîqrar û serkeftî be. Iraqeke pirreng wê bi ser bikeve, Iraqeke yekreng bi ser nakeve.”

Barzanî bal kişande ser wê yekê ku Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji bo cîbicîkirina bernameya hikûmetê hewlên cidî dide û got, “Em wek Herêma Kurdistanê dê bi her awayî piştevaniya bernameya serokwezîr bikin û me ev yek ji hemû dost û hevkarên xwe re jî gotiye.”

Serokê Herêma Kurdistanê rêkeftina destpêkirina hinartina petrola Herêma Kurdistanê wek “pêngaveke mezin” binav kir û got, “Ji destpêkê ve me digot ‘Çareseriya herî baş, çareseriya taybet a Iraqê ye’. Heger em hemû serî li vê çareseriyê bidin, em dikarin hemû pirsgirêkan çareser bikin.”

“Ruhê me yê hevkariyê heye”

Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser çareseriya taybet a Iraqê kir û anî ziman, “Çareseriya taybet a Iraqê serwerî û pêşketina Iraqê bihêz dike. Baweriya gel bi desthilatdaran xurt dike, baweriya civakên Iraqê xurt dike. Eger em çareseriya taybet a Iraqê bikin armanca xwe, em dikarin aramiya niha û serkeftina pêşerojê misoger bikin. Çareseriya taybet bi Iraqê dê bi şirîkatî û diyalogê serkeftî bibe, ji ber ku ruhê me yê hevpariyê heye ango destûra Iraqê.”

“Bûyer û karesatên gelekê ne xweş qewimîn”

Nêçîrvan Barzanî bal kişand li ser wê yekê ku Serok Barzanî daxwaz ji hemû aliyan kir ku bicivin û vegerin ser destûrê ji bo rêgirtin li bûyer û karesatên mezin û got, “Lê mixabin ev yek nehat kirin, li Iraq û herêmê bûyer û karesatên gelekî ne xweş çêbûn. Îro li Iraqê rewşeke nû û hêvîdar derketiye holê. Em niha di wê baweriyê de ne ku di hemû mijaran de bingeheke diyalogê heye. Loma jî divê bi dilekî pak, bi nêrîneke neteweyî û çareserî destpêkirin girîng e.”

Barzanî behsa bandora nerênî ya guherîna keşûhewayê li Iraqê kir û got, Iraq yek ji wan 5 welatên ku herî zêde bandora guherîna keşûhewayê lê dike ye û got, “Ji bo çareseriyê divê em pirsgirêkan bê çareserî nehêlin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 282 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:54:44
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x