Nêçîrvan Barzanî ji rewşa Iraqê nîgeran e: Serkomar di bin fişareka mezin de ye

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, Iraq ketiye nav kirîzeka kûr û divê her kes bi ruheke niştimanî bo derbaskirina wê kirîzê reftar bike.

28.12.2019, Cts - 08:18

Nêçîrvan Barzanî ji rewşa Iraqê nîgeran e: Serkomar di bin fişareka mezin de ye
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser rewşa Iraqê daxuyaniyek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniyê de nîgeraniya xwe li hember rewşa Iraqê aniye ziman û bang li her kesî kiriye bi ruheke niştimanî bo derbazkirina kirîza niha reftar bikin. Naveroka daxuyaniya Nêçîrvan Barzanî wiha ye:

“Em bi nîgeraniyek mezin û ji nêzîk de çavdêriya rewşa Iraqê dikin ku ketiye nav kirîzeka kûr. Metirsiya aloztirbûna rewşê hindik maye welat ber bi paşerojeka ne diyar ve bibe, ji ber wê jî divê her kes bi têgehîştin û ruheke niştimanî û berpirsiyarane, reftar bike da ku bi mekanîzmên Destûrî û dûr ji fişarê ev qonax were derbaskirin.

Di mijara destnîşankirina kandîdê serokwezîrtiya Iraqê de, wisa xuya dike ku serkomar birêz Dr. Berhem Salih, dûr ji mekanîzm û pîvanên Destûrî, ketiye bin fişareka mezin. Em têkestî li ser wê yekê dikin ku divê her çareseriyek li ser esasê Destûrê û li gorî pîvanên qanûnî be.

Ji bo destnîşankirina kandîdekî niştimanî bo posta serokwezîrtiyê, ku ji aliyê her kesî ve were qebûlkirin, divê daxwaziyên rewa yên xwepêşanderan û rewş û berjewendiyên welat li ber çavan bên girtin û ji bo derbazkirina qonaxa veguhêz û amadekarî bo hilbijartinên nû jî alîkariya hikûmeta bê were kirin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 726 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:13:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x