Nêçîrvan Barzanî: Kilîda aramiya Iraqê çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr-Bexdayê ye

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duh li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Serokê Komîsyona Peywendiyên Derve, Berevanî û Hêzên Çekdar a li Senatoya Fransayê senator Christian Cambon û şandeya pê re kir.

03.10.2022, Pts - 05:19

Nêçîrvan Barzanî: Kilîda aramiya Iraqê çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr-Bexdayê ye
Nuçe Belav bike

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê yên bi Fransayê re û çawaniya pêşxistina hevkariyên hevbeş ên di navbera wan de hatin gotûbêjkirin.

Nêçîrvan Barzanî û senator Christian Cambon herwiha pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê, metirsiyên DAIŞê li Iraq û Sûriyê, rewşa siyasî û dijwariyên li pêşiya Iraqê jî gotûbêj kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî li ser navê Herêma Kurdistanê, ji bo piştevaniya siyasî, leşkerî û mirovî ya Fransayê bo Herêma Kurdistanê spasiya Fransayê kir û bi taybetî behsa rola Serokê Fransayê Emmanuel Macron û hewlên wî yên ji bo aştî û aramiya li Iraq û navçeyê bi giştî kir.

Serokê Herêma Kurdistanê hêvî kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên navxweyî dostên Iraqê alîkariya Herêma Kurdistan û Iraqê bikin û tekez kir ku bêyî çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr-Bexdayê, aramiya siyasî li Iraqê bi cîh nabe û çareserkirina pirsgirêkên her du aliyan wek kilîta aştî û aramiyê li Iraqê bi nav kir.

Di hevdîtinê de senator Christian Cambon, tekezî li ser berdewamiya piştgiriya Fransayê ya ji bo Herêma Kurdistanê kir û silavên Serok Macron û silavên Serokê Senatoya Fransayê bi gihand Serok Nêçîrvan Barzanî.

Şandeya Fransayê herwiha tekezî li ser berfirehkirina peywendiyên Fransayê yên bi Herêma Kurdistanê re bi taybetî di warê aborî û berhemanînê de jî kir.

Christian Cambon herwiha ragihand, Fransa ji bo alîkariya Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe û vegerandina aramiyê bo welat amade ye.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê ligel dewletên cîran, çawaniya rûbirûbûna metirsiyên terorê, rewşa Êzdî û Kirîstiyan û pêkhateyên din ên li Herêma Kurdistanê û rewşa herêmê bi giştî hin mijarên din ê civînê bûn.

Di civînê de Konsulê Giştî yê Fransayê yê li Herêma Kurdistanê û Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Fransayê jî amade bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 263 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:21:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x