Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke serbazî ya Brîtanyayê dike

Serokatiya Herêma Kurdistanê radigehîne, “Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Şêwirmendê Bilind ê Serbazî yê Brîtanyayê ji bo Rojhilata Navîn û hejmareke serbazan kir.”

11.09.2024, Çar - 13:21

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke serbazî ya Brîtanyayê dike
Nuçe Belav bike

Serokatiya Herêma Kurdistanê îro ragehand, “Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê Bilind ê Serbazî yê Brîtanyayê ji bo Rojhilata Navîn Edward Ahlgren û şandeke pê re kir ku ji hejmareke piledarên serbazî pêk hatibû.”

Di beyannameya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hatiye, “Di wê civînê de danûstandin li ser rewşa Îraq û Herêma Kurdistanê û dawî pêşhatên berhingarbûna terorê û kiryarên DAIŞê li Îraq û Sûriyeyê hatin kirin. Her du alî hevnerîn bûn ku DAIŞ hêşta gef e û tenahî û seqamgiriya deverê dixe metirsiyê.”

Her du aliyan tekez li ser giringiya alîkarî û hevahengiya Pêşmergeyan û artêşa Îraqê bi piştgiriya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ji bo rûbirûbûna teroristan kir, herwesa behsa paşeroja erkê Hevpeymaniya Navdewletî li Îraq û Herêma Kurdistanê jî kir.

Her di wê beyannameyê de hatiye, “Alîkarî û peywendiyên Brîtanyayê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, dawî pêşhatên Rojhilata Navîn û giringiya parastina seqamgiriya deverê jî mijarên tewerekî din ê wê civînê bûn ku Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Kurdistanê jî tê de amade bûbû.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 214 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:35:53
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x