Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Papayê nû kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Papayê nû kir û got, "Ez li ser navê Herêma Kurdistanê, pîrozbahiyên xwe yên herî germ pêşkêşî Papa Leo XIV dikim."

09.05.2025, Cum - 11:47

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Papayê nû kir
Nuçe Belav bike

Kardînal Robert Prevost doh wekî papayê nû yê Vatîkanê û Xirîstiyanên Katolîk ên li çaraliyê cîhanê hat hilbijartin.

Papayê nû Robert Prevost 69 salî yê û ji Amerîkayê ye.

Piştî mirina Papa Francis, Robert Prevost bû Papa 267emîn ê Vatîkanê.

Navê Papayê nû Robert Prevost e û navê Leoyê 14em ji xwe re hilbijartiye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi peyamekê pîrozbahî li Papayê nû Robert Prevost kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de wiha got:

"Bi hilbijartina wî ya wekî rêberê nû yê Dêra Katolîk ez li ser navê Herêma Kurdistanê, pîrozbahiyên xwe yên herî germ pêşkêşî Papa Leo XIV ê Pîroz dikim.

Ez ji peyama wî Pîrozî ya aştî, dilovanî û dadmendiyê cesaret werdigirim.

Her wiha ez rêzê li mîrateya kûr a Papa Francisê rehmetî digirim.

Herêma Kurdistanê bi cidî pabendî jiyana bi hev re û hevahengiya di navbera olan de dimîne."

 

Vî nûçeyê tevayî: 96 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:50:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x