Nêçîrvan Barzanî spasiya Almanyayê kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Almanyayê yê Iraqê Martin Jaeger proseya siyasî ya Iraqê û hewlên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê gotûbêj kirin.

10.10.2022, Pts - 10:33

Nêçîrvan Barzanî spasiya Almanyayê kir
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê pêşwazî li Balyozê Almanyayê yê li Iraqê Martin Jaeger kir û di civînekê de rewşa dawî ya siyasî ya li Iraqê gotûbêj kirin. Di hevdîtinê de, ji ber dirêjkirina dema mana hêzên wan li Iraqê û Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî spasiya Almanyayê kir.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Almanyayê yê li Iraqê pêşhatên dawî yên siyasî yên li Iraqê gotûbêj kirine, ew jî di demekê de ku zêdetirî salekê ye hilbijartinên parlamentoya Iraqê hatine kirin, lê belê heta niha hikûmeta nû ya Iraqê nehatiye pêkanîn.

Di hevdîtinê de behsa proseya siyasî û hewldanên ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê jî hat kirin.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di vê civînê de ji bona piştgirî û alîkariyên ku Almanyayê di şerê dijî terorê de pêşkêşî Iraqê û Herêma Kurdistanê kirine û herwiha ji ber dirêjkirina dema erkên leşkerên xwe yên li Iraqê û Herêma Kurdistanê, spasiya Almanyayê kir.

Hikûmeta Almanyayê roja Înê 7ê Cotmeha 2022an erkê hêzên xwe yên leşkerî yên li Iraqê û Herêma Kurdistanê ku di çarçoveya hêzên NATOê de bo rûbirûbûna DAIŞê de li wir in, heta 31 Cotmeha 2023an dirêj kir.

Di 21ê vê mehê de biryar e parlamentoya Almanyayê derbarê wê yekê de bicive û tê pêşbînîkirin ku parlamento bi Erê biryara hikûmetê bo dirêjkirina mana leşkerên wî welatî li Iraqê û Herêma Kurdistanê dirêj bike.

Serokê Herêma Kurdistanê di beşeke din a hevdîtinê de, ji ber destbikarbûna wî weke pîrozbahî li Konsulê Giştî yê Almanyayê yê nû yê li Hewlêrê Klaud Streicher kir ku nû dest bi wê erka xwe kiriye.

Di civînê da, her du aliyan tekezî li ser girîngiya pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Almanyayê de û girîngiya berdewamiya piştevaniya civaka navdewletî û welatên dost ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê û pêkanîna hikûmeteke nû ya Iraqê ku hikûmeteke xizmetguzarî be û bersiva daxwazên welatiyên Iraqê bide kirin.

Di civînê de herwiha rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û pêngavên dahatî hatin gotûbêjkirin.

Têkiliyên Hewlêr-Bexda û têkiliyê Iraq û Herêma Kurdistanê ligel welatên cîran û pêşhatên dawî yên li navçeyê, çend mijarên din yên civînê bû

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 469 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:05:26
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x