Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, li ofîsa xwe li Hewlêrê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Balyozê Fransa yê yê li Bexdayê Eric Chevalier û Balyozê Almanya yê li Bexdayê Martin Jaeger re hevdîtin kir.
Di daxuyaniyê de tê gotin, “di civînê de têkiliyên Herêma Kurdistanê yên bi Fransa û Almanyayê re, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê, rewşa Iraq û karnameya Hikûmeta Federal, têkiliyên Hewlêrê bi Bexdayê re û hewlên çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan da, pirsa enerjiyê û îmkan û pêgeha Herêma Kurdistanê di vî warî de hatin gotûbêjkirin.”
Serok Nêçîrvan Barzanî û şanda Fransî-Almanî li ser girîngiya piştevanîkirina Hikûmeta Iraqa Federal ya ji bo cîbicîkirina bernameya wê li gor pêkanîna hikûmetê di navbera aliyên siyasî de hemfikir bûn û tekezî li ser yekrêziya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kirin.
Balyozên Almanya û Fransayê bi kurtî behsa projeya avakirina Enstîtuya Çandî ya hevbeş a Fransî-Almanî li Hewlêrê di 60mîn salvegera Peymana Élysée de kirin. Herwiha her du balyozan tekez li ser xwesteka welatên xwe ya ji bo pêşvebirina têkiliyên ligel Herêma Kurdistanê di hemû waran da, bi taybetî di warê çandî dekirin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihandiye, Serok Nêçîrvan Barzanî li ser navê Herêma Kurdistanê spasiya Fransa û Almanyayê kir ku “di warên siyasî, leşkerî, aborî, mirovî û kultûrî da yarmetî û alîkariyên Herêma Kurdistanê kirine.”
Peywendiyên di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê ligel welatên cîran û navçeyê, pêşhatên dawî yên navçeyê bi giştî û çendîn mijarên ku di berjewendiya hevbeş de ne, di civînê de hatin gotûbêjkirin.
Her roja Yekşemê, bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî merasima 60mîn salvegera Peymana Elisee di navbera Fransa û Almanyayê li Keleha Hewlêrê hat lidarxistin û bi vê helkeftê kevirê bingehîn ên entîtuya hevbeş a Almanî-Fransî li ser kelehê hat danîn.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di merasimê de kêfxweşiya xwe bi danîna kevirê bingehîn ê wê enstîtuya Fransî-Almanî li Hewlêrê anî ziman û ew yek wek pêgaveke giring ji bo pêşxistina peywendiyên çandî yên Fransa û Almanyayê bi Herêma Kurdistanê re bi nav kir.