Serokê herêma Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmerge ji Serokatiya herêma Kurdistanê, ligel Wezaret, fermandar û piledarên Pêşmerge civiyan, ew jî bi mebesta ji nêzîk ve agahdarî dawîn pêngavên prosêsa çaksaziyê di Wezaret û rêkxistina Pêşmerge de be.
Di civînê de, bi dirêjahî gotûbêj derbarê wan pêngavan hate kirin, ku di çarçoveya prosêsa çaksaziyê di Wezareta Pêşmerge de, heta niha bo rêkxistina Pêşmerge nehatine avêtin û ew kêşeyên tên pêşiya vê prosêsê, herweha çend pêşniyar jî hatin behskirin.
Di civînê de, spasiya hevkarî û piştevaniya Hevpeymanan bi taybet Amerîka, Brîtanya û Almanya hate kirin, ku ji bo serxistina vê prosêsê ji nêzîk ve ligel Wezareta Pêşmerge kar dikin. Herweha biryar hate dan, ku civînên dewrî bo bidûvçûnê û serxistina prosêsê werin encamdan.