Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser naveroka civînê daxuyaniyek belav kir û got:
"Di hevdîtinê de pêwendiyên Îtalyayê yên li gel Îraq û Herêma Kurdistanê û pêşxistina hevkariya hevbeş di warên aborî, çand, perwerde û parastina kelepûrê de hatin nirxandin û tekezî li ser berdewamiya hevahengiyê di warên cuda de hat kirin."
Nêçîrvan Barzanî pesn û spasiya Herêma Kurdistanê ji bo rola erênî ya Îtalyayê ya di çarçoveya Hevpeymaniya Navneteweyî ya Dijî DAIŞê û piştgiriya berdewam a ji bo Pêşmerge û bernameyên geşepêdanê anî zimên.
Serokê Herêma Kurdistanê tekezî li giringiya xurtkirina hevkarî û hevbeşiya bi Îtalyayê di kertên cuda de kir.
Li aliyê din, Balyozê Îtalyayê jî ragihand welatî wî giringiyê dide pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê re.
Niccolo Fontana her wiha pesnê aramî û pêşketina li Herêma Kurdistanê da û daxwaza Îtalyayê ya ji bo firehtirkirina hevkariya hevbeş di hemû waran de li gel Îraq û Herêma Kurdistanê anî zimên.
Rewşa herêmê û pêşhatên dawî yên Rojhilata Navîn jî di hevdîtinê de hatin gotûbêjkirin.