Nêçîrvan Barzanî û Letîf Reşîd tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr - Bexdayê dikin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 15ê Mijdara 2022an li Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê pêşwazî li Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd kir.

15.11.2022, Sal - 13:09

Nêçîrvan Barzanî û Letîf Reşîd tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr - Bexdayê dikin
Nuçe Belav bike

Li gorî malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê da: Em li bendê ne ku li gorî derfetê, hûn rala xwe di çareserkirina pirsgirêkan de bibînin. Her wiha amadehî û piştevaniya Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina kêşeyên ligel Bexdayê û hevkarîkirina ligel hikûmeta federal ji bo aramî û ewlehiya welat dupare kir.

Ji aliyê xwe ve Serokomarê Iraqê spasiya pêşwazî û piştevaniya Nêçîrvan Barzanî kir û hêvî jî xwest ku bi hevkariya hemû hêz û aliyên siyasî yên Iraqê, bikarin bi hev re kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û pirsgirêkên din ên welat çareser bikin û aramî û ewlehiyê biparêzin.

Her du alî tekez li ser wê yekê kirin ku têgihîştina hevbeş a di navbera Hewlêr û Bexdayê de, kilîla aştî û aramiya welat e û her wiha guftûgo derbarê rewşa navçeyê bi giştî û çend mijarên din ên giringiya hevbeş in kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 204 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:19:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x