NYê derbarê teqîna li Silêmaniyê de daxuyaniyek belav kir
Netewên Yekbûyî (NY) li Iraqê (UNAMI) derbarê teqîna li Silêmaniyê de daxuyaniyek belav kir.
Daxuyaniya di tora fermî ya UNAMI ya tora civakî Twitterê de hatiye belav kirin de hat ragehandin: ‘’Bîr û heş û duayên me li gel berketiyên teqîna bi karesat a tanka gazê ya li Silêmaniyê ye ku ji ber wê gelek kes bûn qurbanî. Serxweşiyê li malbatên qurbaniyan dikin û hêviya zû selametbûnê ji bo birîndaran dixwazin û destxweşiyê li hewldanên hewarçûnê dikin.’’
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 376 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:25:52