Nêzîkî 1000 ciwanên din ên Kurdên Şebek dibin Pêşmerge

Nûnerê Kurdên Şebek di Encumena Nûnerên Iraqê de Mela Salim Şebek ragihand ku piştî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî razî bû li ser avakirina hêzeke din bo Kurdên Şebek di nava Hêzên Pêşmerge de, biryar e sibe dest bi nivîsandina navê 1000 kesî bo nava wê hêzê bê kirin.

07.01.2017, Cts - 13:37

Nêzîkî 1000 ciwanên din ên Kurdên Şebek dibin Pêşmerge
Nuçe Belav bike

Mela Salim Şebek Nûnerê Kurdên Şebek di Encumena Nûnerên Iraqê de ji malpera KDP.info re ragihand: “Nêzîkî 1000 ciwanên din ên Kurdên Şebek dê bibin Pêşmerge û karê wan dê parastina navçeyên Kurdên Şebek ên Deşta Neynewa be.”

Şebek wiha got: “Hin merc hene bo wergirtina wan ciwanan, wek divê temenê wan di navbera 18 û 35 salî de be. Ew hêz dê netenê ji Kurdên Şebek be û dê Êzdî û Xristiyan jî karibin tê de beşdar bin, lê ew hêz bo parastina navçeyên Kurdên Şebek e.

Li gorî ew Nûnerê Şebekan, “Ew hêz dê ser bi Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve be, û bi vê yekê Kurdên şebek dibin xwedî 2 fewcên Pêşmerge.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1186 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:41:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x