Parêzgarê sepandî yê Kerkûkê biryarek li dijî Kurdan der kir

Cîbicîkirina vê biryarê dibe sedema kêmbûna hejmara welatiyên Kurd li Kerkûkê.

05.07.2022, Sal - 06:23

Parêzgarê sepandî yê Kerkûkê biryarek li dijî Kurdan der kir
Nuçe Belav bike

Parêzgarê sepandî yê Kerkûkê Rakan Cibûrî biryareke nû li dijî Kurdan da, ku xelkê Kerkûkê yên li derveyî bajêr niştecî ne, forma wan a xurekê ji wan werin wergirtin.

Li gor nivîseke Rakan Cibûrî, ji hêzên ewlehiyê û saziyên hikûmî yên Kerkûkê daxwaz kiriye, kesên ku xelkê Kerkûkê ne û li derveyî bajêr niştecî ne, piştgiriya niştecîbûnê û forma xurekê ji wan werin wergirtin.

Ev biryara metirsîdar weke biryarên din ên Rakan Cibûrî, li dijî welatiyên Kurd e, ji ber ku bi hezaran malbatên Kurd ên xelkê Kerkûkê ji ber sedemên cuda cuda bajarê xwe bi cih hiştine, cîbicîkirina vê biryarê dibe sedema kêmbûna hejmara welatiyên Kurd li Kerkûkê û li hember wan bi hezaran malbatên Ereb li cihên wan hatine niştecîkirin.

Piştî 16ê Cotmeha 2017an ve, Parêzgarê sepandî yê Kerkûkê çendîn biryarên li dijî Kurdan li bajêr dane, herwiha hejmareke mezin ji Ereban li deverên cuda yên Iraqê anîne Kerkûkê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 465 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:59:05
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x