Parlamenterekî YNKê: Iraq bixwaze bîrên neftê kontrol bike dê bersiva wan bê dayîn

Endamê Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Kurdistanê gefxwarin û got eger Iraq bixwaze bi zora hêz bîrên nefta Herêma Kurdistanê kontrol bike, wê demê dê bersiva wan bê dayîn.

06.07.2022, Çar - 10:49

Parlamenterekî YNKê: Iraq bixwaze bîrên neftê kontrol bike dê bersiva wan bê dayîn
Nuçe Belav bike

Parlamenterê YNKê û cîgirê serokê lijneya Pêşmerge li Parlamentoya Kurdistanê Osman Sêderî ji Dengê Amerîka re ragehand: ‘’Eger Iraq hewl bide bi zora hêz bîrên neft û gazê yên Herêma Kurdistanê kontrol bike, wê demê emê bersivê bidin û berevaniyê bikin.’’

Herwaha aşkera kir, li gor dûvçûn û gotinên berpirsên payebilind ên Iraqê jî ‘’Ew tevger tenê fişar bûye, ne ku kiryare. Ji ber wê jî hêvîdarin bes fişar be, ne ku êrîş be li ser wan navçeyan.’’

Osman Sêderî diyar kir roja duşemê rawestgehek li navçeya Qadir Kerem danîne, ku li gor me ew rawestgeh zêdegavî ye û hikûmeta Iraqê kiriye.

Sêderî diyar kir hêvîdarim ew fişarên aliyên Iraqê nebin êrîş. Eger na Herêma Kurdistanê jî dê helwêsta xwe hebe. Em naxwazin xwîn birjê û em kardikin li gel yek bijîn û li gel Iraqê li ser yek masê gotûbêjan bikin, rûnên û çareseriya pirsgirêkan bikin.’’

Piştî biryara dadgeha federal a Iraqê ya siyasî li dijî Kurdistanê, wezareta nefta iraqê di çarçoveya wê biryarê de berdewam givaşê dixe ser sektora nefta Herêma Kurdistanê û j iber wê jî îro 06.07.2022yê encûmena wezîrên Herêma Kurdistanê mijarekî taybet ve gotûbêjê derbarê pêngavên destûrî û yasayî de, ji bo tekoşîna li dijî wan givaşên nerewa ya nefta Iraqê dê guftûgo bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2285 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:09:05
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x