Parlamentoya Iraqê li dijî Kurdistanê 12 biryar derxist

Parlamentoya Iraqê di civîna xwe ya îro de 12 biryar li dijî Kurdistanê da ku yek ji wan biryaan derbarê Kerkûkê de ye û li gorî vê biryarê, Iraq dê hêzên leşkerî bişînê Kerkûkê.

27.09.2017, Çar - 13:43

Parlamentoya Iraqê li dijî Kurdistanê 12 biryar derxist
Nuçe Belav bike

Îro çarşemî 27ê Îlona 2017ê parlamentoya Iraqê derbarê referanduma serxwebûna Kurdistanê de civînek taybet saz kir, ku serokwezîrê wî welatî Heyder Ebadî tevîçend wezîrên wî welatî di civînê de amade bûn.

Di civîna xwe ya îro de, ji ber encamdana referanduma serxwebûnê li Kurdistanê, parlamentoya Iraqê 12 biryar li dijî Herêma Kurdistanê û deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê da.

Parlamentoya Iraqê di yek ji wan biryarên li dijî Kurdistanê de, biryara şandina hêzên leşkerî bo Kerkûkê daye.

Biryarên parlamentoya Iraqê yên li dijî Kurdistanê bi vî awayî ne:

Encamdana referandumê ji aliyê desthilatdarên Herêma Kurdistanê ve de stûrî nîne, li gorî bendên madeya 1 a destûra Iraqê ku tekezî li ser yekîtiya xaka Iraqê dike.

Pabendkirina Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar bo cîbicîkirina hemû rêkarên destûrî û yasyaî ji bo parastina yekîtiya Iraqê û hevwelatiyan û derxistina ferman bo hêzên ewlehiyê bo veger û belavbûna wan li gişt deverên nakokî li ser tevî Kerkûkê jî, heta wan cihên ku berî 10-06-2014 li wan deran bûn.

Tekezîkirin li ser cîbicîkirina wan biryaran ji aliyê Encumena Wezîran bo asayişa niştimanî di civîna dawî de hatine dan, zêdebarî biryara lidûvçûna dadgehîkirina wan kesên ku berpirs bûne li cîbicîkirina referandumê, ji wan serokê desthilata Herêmê û dadgahîkirina wî li gorî yasayên Iraqê û hemû ew karmendên Kurd ên k user bi saziyên dewleta federalî ve ne.

Daxistina wan deriyên sînorî li derveyî desthilata hikûmeta federalî ne û bi qaçax hesabkirina kalayên (kelûpelên) wan, daxwaz ji welatên cîranên Iraqê were kirin, rêkarên pêwîst bo alîkarîkirina hikûmeta Iraqê bo cîbicîkirina wan biryaran bi kar bînin.

Vegerandina kêlgeyên neftî yên Bakur li kerkûkê û deverên nakokî li ser û serpireştîkirina wan ji aliyê Wezareta Petrolê be û rîgirtin li destwerdana partiyên xwedî bandor li wan deveran.

Cîbicîkirina giştî rêkaran bo cîbicîkirina biryarên desthilata cîbicîkirin, yasadanî û dadê yên taybet bi Herêma Kurdistanê, tevî biryara ji kar dûrxistina Parêzgeha Kerkûkê jî.

Hikûmeta Iraqê hemû balyoz û nûnerên wan welatên ku nûneratiya wan li Herêmê heye, vedixwîne û daxwaz li wan dike nûneratî û konsulxaneyên xwe bo derveyî parêzgehên Herêma Kurdistanê veguhêzin.

Daxwaz li Serokomarê Iraqê were kirin, li gorî madeya 67 a destûra Iraqê bi erkê destûrî yê xwe rabe, ji ber ku sembola yekîtiya niştiman û nûnerê serweriya welat û parêzerê serxwebûn û serwerî û yekîtiya xaka Iraqê ye.

rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 1215 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:49:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x