Parlamentoya Iraqê roja kîmyabarana Helebceyê weke bêhnvedana fermî ragihand

Parlamentoya Iraqê roja kîmyabarana Helebceyê (16ê Adarê) li seranserê Iraqê wek bêhnvedana fermî ragihand.

22.05.2024, Çar - 17:51

Parlamentoya Iraqê roja kîmyabarana Helebceyê weke bêhnvedana fermî ragihand
Nuçe Belav bike

Parlamenter Nehro Riwandizî îro ragihand, parlamentoya Iraqê roja 16ê Adarê, roja kîmyabarana Helebceyê, wek bêhnvedana fermî li seranserê Iraqê ragihand.

Rêjîma Beis a Iraqê 16.3.1988an bajarê Helebce kîmyabaran kir û bêhtir ji 5 hezar welatiyên wî bajarî şehîd bûn û bêhtir ji 20 hezar kes jî birîndar bûn û beşeke ji xelkê Helebceyê koçberî Îranê bûn.

Li gor amaran %68 ê qurbaniyan, temenê wan di bin 18 saliyê de bûn û piştî kîmyabaranê, 198 gund ji koma 216 gundan bi temamî wêran bûne. Sewalkarî, çandinî û çavkaniyên xwezayî yên herêmê jî %100 zirar dîtine.

Di heman demê de ji ber ku welatiyan ji bo rizgarbûna ji gaza kîmyayî berê xwe dan Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, 211 zarok ji 74 malbatan winda bûne.

Zêdetirî sê dehsalan derbas bûne, 900 birîndar hîn jî di bin bandora gazên kîmyewî de mane. Rêjeya beravêtina zarokan 14 caran ji rewşa asayî zêdetir bûye. Herwiha nexweşên penceşêra kolonê 10 qat û nexweşiyên dil jî 4 caran di nav xelkê Helebce de zêde bûne.

Parlamentoya Iraqê di rûniştina xwe ya asayî ya di 17’ê Adara 2011’an de, jenosîda Helebceyê nas kir, herwiha Dadgeha Cezayên Giran a Iraqê jî kîmyabarana Helebçeyê weke jenosîd nas kir, lê heta niha hikûmetên li pey hev ên Iraqê ku weke şûngirên rejîma berê ne, amade nebûn ku qerebûkirina welatiyên Helebce bidin.(K24)

 

Vî nûçeyê tevayî: 200 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:43:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x