Îro 31.05.2022yê Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê endamên Parlamentoya Kurdistanê vexwande rûniştina parlamentoyê û ragehand, li gor hukmê beşa 3 ya madeya 18 a peyrewa navxwe ya Parlamentoya Kurdistan – Iraqê, me biryar da hemû endamên birêz ên parlamentoyê vexwînin bo rûniştina hejmara 3 ya asayî ya demsala buharê ya sala çarem û roja pêncşemê 02.06.2022yê demjimêr 12:00ê di rûniştinê de amade bin.
Li gor zanyariyan biryare di rûniştina roja 02.06.2022yê dengdan li ser çend pêşneyarên yasayî bê kirin û herwaha xwandina yekem ji bo çend projeyasayan û xwendina duyem ji bo çend projeyasayên din bê kirinê.