Parlamentoya Kurdistanê li dadgeha federal a Iraqê dozekî din dê veke

Parlamentoya Kurdistanê amadekarî dike li dadgeha federal a Iraqê dozekî li ser yasaya nû ya parlamentoya Iraqê veke.

25.11.2019, Pts - 08:43

Parlamentoya Kurdistanê li dadgeha federal a Iraqê dozekî din dê veke
Nuçe Belav bike

Serokê lijneya darayî ya Parlamentoya Kurdistanê Zeyad Cebar ji BasNewsê re ragehand, maeyên 110, 114, 115 û 116 ya yasaya hejmara 6 a birêveberî û darayî, ku Parlamentoya Iraqê hatiye pejirandin, ku dijî naveroka destûrê Iraqê ne.

Zeyad Cebar ragehand, ew yasaye ku biryare sala pêş bikeve meriyetê, herêma Kurdistanê naçar dike ku hemû dahatên xwe vegerîne bo Iraqê.

Serokê lijneya darayî ya Parlamentoya Kurdistanê amaje bi wê yekê jî kir, ku berî cîbicîh kirina yasayê dê li dadgeha federal a Iraqê dozê vekin. Ji ber ew made berevajî madeyên destûra Iraqê ne û ziyanê digehînin herêma Kurdistanê.

Berî naha Parlamentoya Kurdistanê li dadgeha federal doz li dijî yasaya helbijartinê vekiribû û dadgehê jî doz di berjewendiya herêma Kurdistanê de bi dawî kir û biryar da.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 687 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:12:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x