Partiyên Kurdan bang kir: 'Êrişên nemirovane rawestînin'

Partiyên siyasî êrişên li Hewlêrê yên ku bûn sedema mirina 4 sivîlan û birîndarbûna 16 sivîlan şermezar kirin û wan ji rêveberiya Bexdayê xwest ku helwesteke zelal nîşan bide.

16.01.2024, Sal - 16:18

Partiyên Kurdan bang kir: 'Êrişên nemirovane rawestînin'
Nuçe Belav bike

Partiya Komel a Dadwerî ya Kurdistanê (Komel), Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrat aKurdistanê (PDK) êrişên Supaya Pasdaran a Îranê ya li Hewlêrê sermezar kirin.

Komel: Divê Kurdistan nebe qada nakokiya navbera dewletan

Konseya Bilind a Komelê li ser êrişan daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kir, “Erişên Îranê ne êrişên ewil in ku ji aliyê welatên cîran tên kirin. Em her êrîşeke li dijî Herêma Kurdistanê şermezar dikin.”

Konseya Bilind a Komelê di daxuyaniyê de bal kişand ser wê yekê ku welatiyên Herêma Kurdistanê bi dehan krîz û pirsgirêkên wekî kêmbûna mûçe, xizmetguzariyên nebaş, valahiya yasayî re rû bi rû ne.

Herwiha komelê got, “Em hêvîdar in ku Hikûmeta Federal a Îraqê û berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê helwesta pêwîst nîşan bidin û nehêlin Herêma Kurdistanê bibe qada nakokiyên di navbera dewletan de.”

YNK: Êriş refah û aştiya Kurdistanê dikin hedef

Di daxuyaniya nivîskî ya Polîtburoya YNKyê de êrişa neheq a li dijî Hewlêrê û hedefgirtina sivîlan hat şermezarkirin.

Di daxuyaniya YNKyê de hat ragihandin ku ew êrişên ku refah û aramiya Kurdistanê dikin armanc, metirsiyeke mezin li ser serweriya Îraqê û jiyana welatiyên Herêma Kurdistanê jî çêdikin.

YNKyê got, “Em wekî Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) di wê baweriyê de ne ku her pirsgirêkeke hestiyar a siyasî û ewlehiyê ya di navbera welatên cîran de, ji derveyî têgihîştina siyasî û ewlehiyê bi yek aliyî nayê çareserkirin.”

YNKyê sersaxî ji hemû malbatên şehîdan û bi taybetî jî Pêşrew Dizeyî û malbata wî re xwest û hêviya başbûnê ji birîndaran re xwest.

YNKyê bangî Hikûmeta Îraqê kir û wiha pê de çû, “Erkê Hikûmeta federal e ku pêkhateyeke hevpeymaniyê ye û hemû hêzên siyasî piştgiriya wê dikin, ji bo parastina serweriya welat û asayîşa hevwelatiyan xebatên xwe zêdetir bike.

Divê dezgehên fermî yên Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî bi hemahengî ligel hikûmeta Îraqê roleke zêdetir di çareserkirina pirsgirêkên neçareserkirî û parastina welatî û berjewendiyên Herêma Kurdistanê de bilîzin.

Aştî û serbilindî ji bo gel û axa Hewlêra paytexta Kurdistanê.”

PDK: Armanca êrişan têkbirina aramiya Herêma Kurdistanê ye

Polîtburoya PDKyê têkildarî êrîşên li Hewlêrê daxuyaniyek da.

Em wekî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi tundî vê êrişa neheq şermezar dikin ku di encamê de gelek welatiyên sivîl ên bêguneh, jin û zarok şehîd ketine û birîndar bûne.

Ev êrişa neheq û tawankar bi armanca têkdana aramiya Herêma Kurdistanê, çêkirina kaosê, binpêkirina yasayên navneteweyî û serweriya Herêma Kurdistanê û Îraqê ye.”

PDKyê bangî Hikûmeta Federal a Îraqê, civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî kir ku li hemberî êrişên Îranê helwestê nîşan bidin.

“Em bang dikin ku pêşî li kiryarên nemirovane bigirin”

Em bangî Neteweyên Yekbûyî, civaka navneteweyî û hemû aliyên siyasî yên li dijî teror û tundûtûjiyê dikin ku li hemberî vê destdirêjî û êrişên dubare yên Komara Îslamî ya Îranê rawestin û rê li van kiryarên nemirovane bigirin.

Nabe êdî welatiyên serbilind ên Kurdistanê bibin armanca mûşek û dronên Komara Îslamî ya Îranê û grûpên girêdayî wê.

Divê hikûmeta federal erkê xwe yê yasayî û destûrî yên parastina welêt û serweriya Îraqê bi cih bîne û êdî wekî berê li hemberî van êriş û destdirêjiyan xemsar nemîne.

Em sersaxiyê ji malbatên şehîdên vê êrişa hovane re dixwazin û ji birîndaran re jî şifayê dixwazin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 109 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:24:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x