Parêzgarê Hewlêrê: Me îsal hişkesalî derbas kir

Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw ragihand, “Heta niha li parêzgeha Hewlêrê 372 mm baran bariye. Em dikarin bibêjin ku me hişkesalî derbas kir.”

15.02.2024, Per - 12:29

Parêzgarê Hewlêrê: Me îsal hişkesalî derbas kir
Nuçe Belav bike

Xoşnaw îro di kongreyeke rojnamevanî de got: “Îsal me hişkesalî derbas kir û ya ku maye hişkesaliya Hydrogeology e ku di dawiya werzê baranê de tê pîvandin, lê encam gelek baş û geşbîn in û em dikarin bibêjin ku me hişkesalî derbas kir.”

Her wiha got: “Hişkesaliya civakî ku dibe sedema koçberbûna şivan û koçeran û terikandina gundan, îsal li parêzgeha Hewlêrê negihîştiye vê rewşê û hişkesaliyê bandor li wan nekiriye.”

Parêzgarê Hewlêrê got: “Li gorî lêkolîna zanistî, ji bo derbaskirina hişkesaliyê pêwîstiya Hewlêrê bi 400 mm baran heye, lê heta niha li Hewlêrê 372 mm baran bariye. Li deverên çiyayî ev rêje gihiştiye 600 mm, ji ber wê jî em dikarin bibêjin îsal hişkesalî çênabe, ji ber ku heya meha gulanê dê baran bibare.”

Got jî: “Tevî qeyranê, lê bi xerçkirina 40 milyar dînar bi ferman û piştevanîya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di heyama du salên borî de, çend proje hatine cîbicîkirin û bi vê yekê metirsîya rabûna lehiyan jî nema.”

Herwiha Parêzgarê Hewlêrê got: “Ji bo îsal 18 milyar û 500 milyon dînarên din bo cîbicîkirina çend projeyên din di pêşerojê de hatine pejirandin.”

Da zanîn jî, li parêzgeha Hewlêrê 24 hewz tên cîbicîkirin, ku çar ji wan sedi 100 temam bûne, hemû jî ji bo wergirtina ava baranê û jinavbirina metirsiya lehiyê û ji bo zêdekirina ava bin erdê dê bikêrhatî bin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 214 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:51:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x