PDK: Emê ligel Bexdayê diyaloga serxwebûnê bikin

Berpirsê Pêwendiyên Derve yên PDKê û Cîgirê Konsulê Swêd li Hewlêrê civiyan û di wê civînê de wî berpirsê PDKê ragihand ku, Herêma Kurdistanê hewl dide bi riya diyalogê ligel Bexdayê rêkeftinekê li ser mafê serxwebûnê bike.

20.12.2016, Sal - 19:08

PDK: Emê ligel Bexdayê diyaloga serxwebûnê bikin
Nuçe Belav bike

Îro li Pîrmam, Berpirsê Pêwendiyên Derve yên PDKê û Endamê Serkirdatiya PDKê Hêmin Hewramî pêşwazî li Cîgirê Konsulê Swêd li Hewlêrê Krîstyan Nîlson kir û di wê hevdîtinê de, Hewramî bi navê Serkirdatiya PDKê spasiya gel û Hikûmeta Siwêd kir, li ser alîkariyên wan di nava herdu salên borî de bo Herêma Kurdistanê.

Herwiha Hêmin Hewramî behsa pêşhatên dawî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê û navçeyê bi giştî kir û ragihand ku, PDKê bi cidî kar li ser wê yekê dike ku arîşe û nakokiyên siyasî yên nava Kurdistanê û heta bi nava Iraqê jî, çareser bike.

Hewramî peyama Serok Barzanî ya derbarê rewşa niha ya siyasî li Kurdistanê bi peyemeke girînig da zanîn û got ku, PDKê ev peyam kiriye piroje bo çareserkirina pirsgirêkan. Divê PDK û YNK pêkve zêdetir hewl bidin bo çareserkirina rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê ji ber ku erkekî mezin dikeve ser milê wan de û divê hevahengî û alîkariya di navbera xwe de zêdetir bikin.

Berpirsê Pêwendiyên Derve yên PDKê Hêmin Hewramî di wê civînê de behsa pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir û ragihand ku Herêma Kurdistanê hewl dide bi riya diyalogê ligel Bexdayê rêkeftinekê li ser paşeroj û bi destveanîna mafê serxwebûnê bike. Da ku bihevre û bi aştiyane bighên cihekî aram bo gelê Iraq û kurdistanê.

Ji aliyê xwe ve, Cîgirê Konsulê Swêd li Hewlêrê Krîstyan Nîlson spasiya gelê Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge kir ku bi qehremanî û xweragirî li dijî terorîstan bergirî li xwe kirin û ragihand ku hikûmeta welatê wî dê berdewam be li ser pêşkêşkirina alîkariyên leşkerî û mirovî bo Herêma Kurdistanê û perwerdeya leşkerî bo Hêzên pêşmerge, ji ber ku Swêd bi rêz û hurmeteke mezin li mafê gelê Kurdistanê û li Hêzên Pêşmerge dinere.

Krîstyan Nîlson tekez kir ku ew di wê baweriyê de ne ku peyama Serok Barzanî dê bibe pirek bo nêzîkbûna aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê. Herwiha di dawiyê de hêvî jî xwest ku pêwendiyên Hewlêr û Stokholmê bihêztir bibin

kdp.info
Vî nûçeyê tevayî: 2102 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:52:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x