Çavkaniyekê ji Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî ji ajansa Rûdawê re diyar kir ku piştî pesendbûna encamên hilbijartinan, PDK dê dest bi hevdîtinan bike û dê bi hemû aliyên siyasî re bicive.
Piştî ku Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê encamên fermî yên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê eşkere kirin Nifşê Nû, Eniya Gel, Komeleya Dadgeriyê û Tevgera Helwesta Niştimanî doz vekiribûn ku di encaman de sextekarî hatiye kirin.
Îro hemû giliyên wan partiyan hatin redkirin.
“PDK dê bi hemû aliyan re bicive”
Çavkaniyeke ji PDKyê li ser hevdîtinên avakirina hikûmetê re axivî û wiha got:
“Heta niha encamên hilbijartinan nehatine pesendkirin û dê 20ê Çiriya Paşîn werin pesendkirin.
Piştî wê PDK dê dest bi ziyareta aliyên siyasî bike.
PDK berê bi Komeleya Dadgeriyê û Yekgirtûya Îslamî jî re civiyabû.
PDK piştî pesendbûna encamên hilbijartinan dê bi hemû aliyan re bicive.”
Serok Mesûd Barzanî beriya bi 2 hefteyan bi Balyoza Amerîkayê ya Bexdayê re civiyabû û di wê civînê de diyar kiribû ku vetoya PDKyê li ser ti aliyan nîne.
Şêwirmendê Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bêstûn Fayeq li ser avakirina hikûmetê wiha got:
"Ji îro û bi şûn de destê partiyan ji bo civînan vekiriye. Qedexeya çûn û hatinê û betlaneyan wisa dike ku ziyaratên YNKyê bên bipaşxistin.
Ziyaretên fermî di rojên betlaneyan de nayên kirin.”
“Em bi serjimêriyê re mijûl in”
Endamekî Komîsyona Danûstandinê ya YNKyê jî wiha got:
“Em aniha bi serjimêriyê re mijûl in. YNKyê heta pesendkirina encamên hilbijartinan, qedexeya çûn û hatinê û pêvajoya serjimêriyê naçe cem ti aliyî."
YNKyê 4ê Çiriya Paşîn ji bo avakirina hikûmetê Komîsyona Taybet a Danûstandinê ava kir.
Qubat Talebanî serokatiya wê komîsyonê dike.
Li gorî zanyariyên Rûdawê Derbaz Kosret Resûl, Nizar Amêdî, Rêwas Fayeq û Rizgar Hacî Heme endamên wê komîsyona YNKyê ne.
PDKyê jî 3yê mehê ji bo avakirina hikûmetê şandeyek pêk anî.
Dilşad Şehab, Piştiwan Sadiq û Hoşyar Zêbarî di nava wê şandeyê de cih digirin û Hoşyar Zêbarî dê serokatiya wê şandeyê bike.
Xelkê Başûrê Kurdistanê 20ê Çiriya Pêşîn çû ser sindoqan û dengê xwe da.
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê 30ê Çiriya Pêşîn encamên fermî yên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê eşkere kirin.
Li gorî daxuyaniyê, rêjeya beşdarbûnê ji sedî 72,6 e.
Komîsyonê diyar kir ku li gorî encamên fermî hejmara kursiyên partiyan wiha ye:
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK): 39 kursî
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK): 23 kursî
Newey Niwê (Nifşê Nû): 15 kursî
Yekgirtû: 7 kursî
Komel: 3 kursî
Helwest: 4 kursî
Eniya Gel: 2 kursî
Hevpeymaniya Herêma Kurdistanê: Kursiyek
Goran: Kursiyek