Ji ber koça dawî ya Mîrevan, kurê Eyûb Remezan, Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê belav kir û tê de hevxemiya xwe bo bav û malbata rehmetî ragihand.
Peyama sersaxiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:
"Birêz Eyûb Remezan
Bi xem û kovan ve, me peyama malavahîya kurê hewe, Xwedê jê razî Mîrevan bihîst. Behî û serexoşiyê li hewe dikem û hevpişkê xema we me. Xwedê mezin canê wî bi beheştê şad biket û sebr û hedarê bidete malbata hewe."
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê