PKKê li Şingalê 'hêza komando' ava kir

Îro sêşemî 24ê Çileya 2017ê, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) damezrandina hêzeke din a serbazî bi navê “Hêzên Taybet ên Êzidxanê” ragihand.

24.01.2017, Sal - 20:47

PKKê li Şingalê 'hêza komando' ava kir
Nuçe Belav bike

PKK hêzeke nû ya leşkerî li navçeya Şingalê ava dike û Qayimeqamê Şingalê jî vê pêngava PKKê weke kûrtirkirina pirsgirêkan bi nav dike.

Îro sêşemî 24ê Çileya 2017ê, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) damezrandina hêzeke din a serbazî bi navê “Hêzên Taybet ên Êzidxanê” ragihand.

PKKê ew hêza nû ya leşkerî jî weke çend hêzên din ku girêdayî wê ne, li ser Çiyayê Şingalê pêk aniye.

Li gorî medyayên nêzîkî PKKê, ji aliyê gerîlayên PKKê ve rahênan bi dehan şervan û kesên beşdar di wê hêzê de tê kirin û li ser Çiyayê Şingalê perwerdehiya leşkerî dibînin.

Medyayên PKKê ragihandine, ku ew hêza nû, hêzeke komandoyî ye û ji bo perwerdehiya leşkerî li ser Çiyayê Şingalê dest bi rahênan û perwerdehiya leşkerî hatiye kirin.

Derbarê mijarê de, Qayimeqamê Şingalê Mehma Xelîl di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, pêkanîna wan hêzan ji aliyê PKKê ve arîşe û birînên xelkê Şingalê kûrtir dike.

Mehma Xelîl herwiha got: “Em daxwaz ji PKKê dikin, arîşe û rikeberiyên xwe ji navçeyeke wêranbûyî ya weke Şingalê bibe derê. Pêngavên wiha xizmetê bi îstiqrar û avedankirina navçeyê nakin.”

Xelîl herwiha ragihand: “Şingalê pêwîstî bi avedankirinê û çareserkirina arîşe û birînên xwe heye, lê hebûna PKKê li Şingalê û berdewamiya hewlên wê bo çêkirina hêz û komên çekdar, pirsgirêkan mezintir dike.”

Belavbûna zanyariyên derbarê pêkanîna hêzeke nû li Şingalê ji aliyê PKKê ve di demekê de ye, ku him Hikûmeta Herêma Kurdistanê û him jî Amerîka li dijî hebûna PKKê li Şingalê ne û ragihandine, ku pêwîst e PKK ji wê deverê derkeve.

Roja 28ê Kanûna 2016ê, Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Mark Toner di konfranseke rojnamevanî de ragihandibû: “PKK ji aliyê Amerîkayê ve weke komeke terorîstî tê naskirin û pêwîst nake ti roleke wê li Şingalê hebe.”

Herwiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî çend caran di daxuyaniyên xwe de ragihandiye, ku divê PKK hêzên xwe ji Şingalê derxîne.

Hikûmeta Iraqê jî pêştir dabû xuyakirin, ku ew rê bi ti hêzeke biyanî û PKKê jî nadin, ku axa Iraqê li dijî cîranê wî welatî bi kar bîne.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di civîneke li gel Komîteya Asayiş û berevaniya Parlamentoya Iraqê de aşkera kiribû, ku ew li gel PKKê civiyane û daxwaz ji wê partiyê kirine, hêzên xwe ji Şingalê û axa Iraqê paş ve vekişînin û tekez kiribû, ku PKKê bi erênî bersiva wê daxwaza Bexdayê daye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1591 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:36:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x