Çavkaniyekî ku nexwest navê wî were eşkerekirin, ji Kurdistan24ê re ragihand; do danê êvarê di demjimêr 16:50 de, çekdarên PKKê êrîşî xaleke Pêşmerge kir.
Herwiha ragihand, êrîş bi rêya çekên RPG hatiye kirin, lê belê ziyan negihîştiye canê ti kesî.
Ji ber alozî û pevçûnên navbera PKK û artêşa Tirkiyê li deverên sînorî, heta niha bi dehan gund hatine valakirin û ji bilî ziyanên canî, zirar û ziyaneke mezin gihiştiye welatiyên deverê.