Plana nû ya Hewlêr û Bexdayê bo kampên koçberan

Doh Pêncşemê 1ê Kanûna 2022an Wezîra Koç û Koçberan a Iraqê Îvan Fayeq serdana Herêma Kurdistanê kir û li Hewlêrê bi Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed re hevdîtin kir.

02.12.2022, Cum - 09:25

Plana nû ya Hewlêr û Bexdayê bo kampên koçberan
Nuçe Belav bike

Li gor planeke nû ya Hewlêr û Bexdayê, dê kampên koçberan ên li Herêma Kurdistanê yên ku koçberên Iraqî lê dimînin, tevli hev bên kirin û ji bo vê yekê heftiya bihê şandeke Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê dê serdana Bexdayê bike. Li gor planê dê hejmara kampan bên kirin û malbatên li kampên ku hejmara koçberan lê kêm bûye, bo kampên din bên veguhestin.

Doh Pêncşemê 1ê Kanûna 2022an Wezîra Koç û Koçberan a Iraqê Îvan Fayeq serdana Herêma Kurdistanê kir û li Hewlêrê bi Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed re hevdîtin kir.

Her du wezîran di civînekê de rewşa kampên koçberan ên li Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin. Di civînê de mijara kêmkirina hejmara kampan û yekxistina wan li Herêma Kurdistanê jî hat nirxandin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê, “di civînê de behsa plana wezaretê ya ji bo tevlikirina kampên koçberan ên li sînorê parêzgeha Silêmaniyê, berdewamiya li ser yekxistin û daxistina hejmarek kampên din ên koçberan li parêzgehên din ên Herêma Kurdistanê, herwiha vegerandina dilxwaz a koçberan bo warê xwe hatiye kirin.”

Rêveberê Giştî yê Hevahengiya Krîzan di Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê de, Hisên Kelarî ji Rûdawê re ragihand, “plan wiha ye ku kamp bên yekkirin û bên kêmkirin, ji ber kêmbûna hejmara koçberan û kêmbûna alîkariyên rêxistinan.”

Hisên Kelarî got, “Li Silêmaniyê çar kampên koçberên Iraqî hene û dê bibin du kamp. Li Hewlêrê 6 kamp hene û dê li ser çar kampan bên dabeşkirin. Ji ber ku hejmara penaberan li Hewlêrê zêdetir e.”

Li Herêma Kurdistanê 15 kampên koçberan hene, li Hewlêrê 6, li Silêmaniyê 4 û li Duhokê jî 5 kamp hene, ku nêzîkî 600 hezar koçber lê dimînin.

Kelarî got, “Şandeke Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê dê di 4ê Kanûna 2022an de serdana Bexdayê bike û bi rayedarên Wezareta Koç û Koçberan re wê planê gotûbêj bike.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 300 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:48:11
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x