PSK: Birîna Halepçe Sarij Nebûye

Partîya Sosyalîsta Kurdistan (PSK) li derheqa Halepçe belavokek belav kir û berpirsîyarên ku hêj nehatine girtin şermezar kir.

15.03.2018, Per - 12:43

PSK: Birîna Halepçe Sarij Nebûye
Nuçe Belav bike

Daxuyanîya Partîya Sosyalîsta Kurdistan'ê (PSK) ku kopîyek jî ji nerinaazadê ra hatîye şandin wuha ye:


Li ser êrîşa bi çekên kîmyewî bo ser Halepçe, ku beşek bû ji plana rejîma nijadperestê BAAS ya ji bona jenosîda Kurdan amade kiribû, 30 sal derbas bû.

Rast e, hinek berpirsên qetlîema Halepçe hatine girtin û dadîgeh kirin û îdam kirinê.

Lê belê birîna Helepçe hêj sarij nebûye.

Ji ber ku;

Hemu berpirsên qetlîamê nehatine destnişan û dadîgeh kirinê,

Dewleta Iraq û berpirsên rejîma BAAS di dadigehên navnetewî da nehatine dadîgeh kirinê,

Hikumeta Iraqê, biryara mahkemeya a vê welatê, ku biryar dabû, ku qetlîema Halepçe tawanê mirovî ye, cî be cî nake û ser li dadigehên navnetewî nake,

Yêkitiya Miletan guhê xwe neda daxwaza Kurdan, ku dixwestin 16ê Adarê, ku roja qetlîema Halepçe ye, wekî roja xebat dijî çekên kimyewî û piştgirî li gelê Kurd were îlan kirinê,

Hikumeta Iraqê, bona çareser kirina pirsgirêkên derunî, civakî, sexlemiyê, û jîngehê, ku 30 sal berdewam e û wê bi salan berdewam dibe, tu tişt nekir; nake.

PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan carekî dinê jenosîda Halepçe protesto dike û serxweşiya xwe pêşkeşê qurbaniyên Halepçe dike.

PSK banga Hikumeta Herêma Kurdistanê, partî û rêxistinên siyasî yên Başurê dike, ku bona şarij kirina birînên Halepçe û bona dadîgeh kirina nokerên herêmî, ku şirîkê qetlîemê bûne bi hevra kar bikin.

PSK banga Hikumeta Herêmê Kurdistanê, partî û rêxistinên Kurdistan û dem û dezgeyên sîvîl yên ku li derwayê welat kar û xebatê dikin, dike ku bona nasandina 16ê Adarê wekî roja piştgiriya gelê Kurd bi hevra hewl bidin, kar û xebat bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1113 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:02:25
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x