Rayedarê YNKê: Bi PDKê re li ser şêwaza rêveberiya Herêma Kurdistanê nakokiyên me hene

Piştî nêzîkî sê mehan ji nakokiyên di navbera YNKê û PDKê de duh li Silêmaniyê li hev civiyan, her du aliyan li hev kirin ku di van çend rojên bê de ji bo postên nû yên hikûmetê, Parlamentoya Kurdistanê deng li ser berbijêrên her du aliyan bide. Endamê Serkirdayetiya YNKê Letîf Nêrweyî anî ziman, “Bi PDKê re li ser şêwaza rêveberiya Herêma Kurdistanê nakokiyên me hene.”

29.01.2023, Paz - 13:58

Rayedarê YNKê: Bi PDKê re li ser şêwaza rêveberiya Herêma Kurdistanê nakokiyên me hene
Nuçe Belav bike

Herwiha ji bo çareserkirina pirsgirêkan, hilbijartin û çalakkirina komîsyonê komîteyek ji herdu aliyan were avakirin.

Li gorî daxuyaniya ku ji civînê derketî, di civînê de rewşa giştî, pirsgirêkên navxwe û navçeyê û têbîniyên her du aliyan li ser mijarên cûda yên girêdayî rêkeftinên berê yên her du aliyan hatin gotûbêjkirin.

Di beşekî din a daxuyaniyê de tê gotin ku di dawiya civînê de herdu aliyan li hev kirine ku di demeke nêzîk de herdu şand careke din bicivin.

YNK û PDK piştî zêdetirî sê mehan, nakokiyên xwe birin ser maseya gotûbêjê û 28ê vê mehê şandên bilind ên YNKê û PDKê li Silêmaniyê civiyan.

Piştî civînê bi daxuyaniyeke hevbeş bal kişandin ser wê yekê ku her du alî rêkeftin, di derfeteke nêzîk de civîneke din encam bidin û nêrîna her du aliyan li ser mijarên cuda cuda yên girêdayî rêkeftinên berê yên her du aliyan, bûne mijara vê civînê.

Endamê Serkirdayetiya YNKê Letîf Nêrweyî anî ziman, “Bi PDKê re li ser şêwaza rêveberiya Herêma Kurdistanê nakokiyên me hene û ev nakokî berfireh in ku ev beşek e, beşa din jî bi hilbijartinan ve girêdayî ye lê ev xalên din bi raya min heger negihêne encamekê em nikarin hilbijartineke serkeftî bikin.”

Nakokiyên di navbera YNK û PDKê de piştî kuştina Hawkar Caf li Hewlêrê di 7ê Cotmeha 2022ê kûrtir bûn lê niha ji derveyî mijara kuştina Hawkar Caf gelek xalên din yên ku li ser nakok ku pêwîste li ser gotûbêjê bikin hene. Ji wana hilbijartinên gera pêncem yên Parlementoya Kurdistanê, pirsa dahat û xerciyan, yekkirina helwestan li beramberî Bexda û derve, pirsa hikûmetê û vegera YNKê bo civînên Encumena Wezîran.

Serokê Firaksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê Zana Mela Xalid got, “Beşdarînekirina Cîgirê Serokwezîr û tîma YNKê di civînên Encûmena Wezîran de nakokî kûrtir kirine. Dûrketina û dubeşbûna civînan ti qazancekê nagihîne Herêma Kurdistanê ku em hemû tê de berpirsyar in. Beşdariya YNKê dê bibe destpêk ji bo bikaribin aloziyan di pêşerojê de çareser bikin.”

Civîna YNK û PDKê bûye sedema karvedanan. Konsulxaneya Amerîkayê li Hewlêrê ragihand, bi hev re kar kirinê (PDK û YNK) dikarin herêmeke xweragir a Kurdistanê ava bikin, maleke yekgirtî, her tim serfiraz dibe.

Her wiha konsulxaneya Brîtanyayê jî ragihand, ev weke gaveke destpêkê giring e ji bo peydakirina zemîneke hevbeş di berjewendiya Herêma Kurdistanê de, çavê me li wê yekê ye ku di civîna bê de li ser pirsên serekî ber bi pêşdeçûn hebe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 303 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:12:59
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x