Rêbar Ehmed: Têkoşîna me ya li hember nehîştina tundûtûjiyê bidawî nabe

Kampanyaya 16 rojî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan li Herêma Kurdistanê îro bi dawî bû, Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê jî ragihand, Rûbirûbûna wan a li dijî tundiya li ser jinê û takên civakê bidawî nebe, ew ê di nehîştina hizra tundiyê de berdewam bin.

10.12.2023, Paz - 11:19

Rêbar Ehmed: Têkoşîna me ya li hember nehîştina tundûtûjiyê bidawî nabe
Nuçe Belav bike

Wezîrê Navxwe Rêbar Ehmed di merasîma roja dawî ya kompanyaya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de got: “Niha hewldanên her kesî ji bo nehîştina tundiya li ser jin û keçan, ji her demê wêrektir e, 16 rojên borî bîranînek bi bandor û girîng bû ku berpirsyariya me hemûyan e gavên rasteqîne bavêjin, ji bo jîngeheke aştiyane ku jin bi azadî, bê tirs û dûrî hemû cureyên tundiyê bijîn.”

Got jî: ““Di rojên kampanyayê de me dît ku bandor û karvedana tundiyê li ser bingeha regez, temen, netewe, ol, rewşa civakî, rewşa aborî, ti sînoran nas nake û sînorên erdnîgarî jî derbas dike û bûye xewneke giran ya rojane ya bi milyonan jinan li ser asta cîhanê. Kampanyaya li dijî tundiyê li ser jinê, ronahî xiste ser girîngiya lihevhatin û hevgirtina hemûyan ji bo têkoşîna li dijî tundiyê û ev rastî îspat kir ku hişmendiya civakî gav bi gav bilind dibe û pêş ve diçe.

Di berdewamiya axaftina xwe de, Rêber Ehmed got: “Tevî ku kampanyaya 16 rojan a li dijî tundiya li hember jinê bi dawî dibe, lê têkoşîna me ya li dijî tundiyê dewam dike û bi dawî nabe. Di şûna wê de, em ê bigihin qonaxa xwe ya daîmî ya rakirin û nehîştina hizra tundiyê û em ê rûbirûyê her nerît, bîroke û diyardeyên ku dibin sedema tundiyê, bibin.”

Wezîrê Navxwe da zanîn: “Hişyarbûn ji malbat û dibistanan dest pê dike. Perwerdekirina kes, civak û ciwanan li ser baweriya hevdu qebûlkirinê, bingeha civakek saxlem e. Dema ku em sedem û encamên tundiya li ser jinê fêm bikin, em ê bikarin wan biparêzin û wekhev û aramiyê ava bikin. Mamosteyên olî jî di belavkirina ramana nerm û redkirina hemû tundûtûjiyê de rolek girîng dilîzin, divê em nifşên xwe yên paşerojê perwerde bikin ku rêz li cudahiyan bigirin û bi wekhevî û dadperweriyê bawer bikin.”

Rêber Ehmed amaje bi wê kir, “Medyaya civakî amûrek bikêr e ku qurbaniyan û dengên bindest han bidin ku xwe li van platforman bibînin û çîrokên xwe bikin ders, da ku kesên din êdî nebin qurbanî.”

Tekez kir jî: “Hişyarbûn bi tenê têrê nake, lê divê em gotinên xwe bikin kiryarên berçav. Em di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de her tim parêzvanê qurbaniyan bûne û bi tundî rûbirûyê tawanbaran bûne.”

Herwiha got: “Divê em alîkariya pêwîst û penageheke ewle ji bo jinên ji tundûtûjiyê rizgar bûne peyda bikin, piştgirî bidin siyaset û stratejiyên ku jinan ji her gef û tundûtûjiyê diparêzin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştevaniya xwe ji bo rêxistin û saziyên ku bêwestan ji bo jiyana baş a jinan kar dikin, dubare dike."

Tekez kir jî: “Divê kirin ji gotinan zêdetir bin. Pêwîst e meşxeleya ku di 16 rojên borî de hatiye pêxistin, rê li ber siberojê ronî bike. Divê em ber bi cîhaneke ku jin û hemû takên civakê ji tundiyê dûr bin bimeşin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 302 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:46:11
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x