Rêbwar Talebanî: Hikûmeta Iraqê naxwaze rewşa Kerkûkê asayî bike

Rêbwar Talebanî, Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, derbarê pêngavên asayîkirina rewşa Kerkûkê de ragihand; niyeta hikûmeta Iraqê tine ye rewşa Kerkûkê asayî bike.

02.08.2020, Paz - 21:11

Rêbwar Talebanî: Hikûmeta Iraqê naxwaze rewşa Kerkûkê asayî bike
Nuçe Belav bike

Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ji K24ê re eşkere kir; destekî herêmî li paş berdewamiya pêvajoya dagîrkerî û erebkirina deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê heye û dibêje; Heyder Ebadî, Serokwezîrê Berê yê Iraqê, bi xwe gotiye “em û Îran û Tirkiye, me li hev kiriye ku bi ti awayî Kerkûk venegere ser Herêma Kurdistanê û madeya 140 neyê cîbicîkirin”. Lewma Iraq dema lawaz dibe, destê Kurdan digre, lê dema piçek neynûka wê dirêj dibe, êrîşî Kurdan dike û êrîşî gundên me dike. Bi vêya jî ranawestin, ewên ku dikarin li Qada Tehrîrê zarokekî biêşînin, li cem wan asayî ye ku careke din Enfal û kîmyabarana Helebceyê bikin. Ji ber vê ez çend car dibêjim, ti xêrek di vê Iraqê de tine.

Rêbwar Talebanî daxwaz dike ku lijneya ewlehiyê ya danûstandina li gel Bexdayê, karên xwe bide sekinandin û Wezîrê Pêşmerge were ser xet û ji Mistefa Kazimî, Serokwezîrê Iraqê daxwaz bike ku vê xeletiyê bide rawestandin.

Talebanî ji parlementerên Kurd ên li Bexdayê jî daxwaz dike ku helwestek nîşan bidin û ji Serokatiya Parlementoya Iraqê daxwaza nîşandana helwestekê bikin. Eger parlemento helwesta xwe nîşan nede û vê erebkirina Kerkûkê û deverên Kurdistanî raneweste, divê hemû tevî wezîrên Kurd, vegerin Kurdistanê û ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, demekê bidin Bexdayê. Eger na, divê Kurd weke raperîna sala 1991ê, li dijî wan milîsan rabe, ku mebesta wan têkbirina qewareya Herêma Kurdistanê ye, da ku Kurdistan negihîje ti armanceke xwe ya destûrî ya ji bo wê sed sal e xebatê dike.

K24
Vî nûçeyê tevayî: 649 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:50:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x