Romanowski: Herêma Kurdistanê mînaka demokrasiyê ye û bipêş bikeve

Balyoza Amerîkayê li Iraqê Alina Romanowski got: Herêma Kurdistanê nimûneya demokrasiyê ye û avakirina konsulxaneya mezin li Hewlêrê, nîşana pabendbûna Amerîka bi pêwendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê ye, ji ber ku pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê ne yek alî, du alî ne.”

29.10.2024, Sal - 15:38

Romanowski: Herêma Kurdistanê mînaka demokrasiyê ye û bipêş bikeve
Nuçe Belav bike

Balyoza Amerîkayê li Iraqê Alina Romanowski îro 29ê Cotmehê di civîna Enstîtuya Mary de got, “Herêma Kurdistanê jêdereke girîng a bazirganî û veberhênana Amerîkayê li seranserê Iraqê û mînakeke demokrasiyê ye ku dikare li Iraqê were pêşxistin. Rêjeya beşdariya di hilbijartinên 20ê Mijdarê de, ev yek îspat kir, lewma pêwendiyên Amerîka û Herêma Kurdistanê ne yekalî, du alî ne.”

Balyoza Amerîkayê derbarê Iraqê de got: “Bm beşdarî êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê nebûne, qada asmanî ya Iraqê ne di destê me de ye.”

Romanowski diyar kir: “Hêzên ewlehiyê yên Iraqê, di nav wan de jî hêzên Kurdistanî, di şerê DAIŞê de pêşkeftinên baş bidest xistine, ew jî karek bû ku berî 10 salan hêzên Amerîkî ji bo wê hatibûn bangkirin.”

Herwiha got: “Em dixwazin hemû hêzên Iraqî di bin kontrola Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar de bin. Iraq di aramiya navçeyê de roleke mezin dilîze. Em dixwazin aram û serbixwe be.”

Civîna Enstîtuya Meri 2024, îro sêşemê li Hewlêrê dest bi çalakiyên xwe kir û dê du rojan berdewam bike.

 

Vî nûçeyê tevayî: 77 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:53:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x