Romanowski ji aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dixwaze lezê li pêkanîna hikûmetê bikin

Balyoza Amerîkayê li Îraqê daxwazê ji tevaya partiyên siyasî dike ku lezê di pêkanîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bikin, herwesa spasî û rêz û hurmetan arasteyî welatiyên Herêma Kurdistanê dike, ji ber pabendbûna wan bi sîstema demokrasiyê.

30.10.2024, Çar - 09:57

Romanowski ji aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dixwaze lezê li pêkanîna hikûmetê bikin
Nuçe Belav bike

Balyoza Amerîkayê li Îraqê Alina Romanowski duh li ser hisaba xwe ya tora civakî ya Xê amaje da ku, îro bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civiya.

Balyoza Amerîkayê li Îraqê herwesa daxwaz ji tevaya partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kiriye ku, lezê di pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bikin.

Alina Romanowski herwesa spasî rêz û hurmet arasteyî welatiyên Herêma Kurdistanê kirine, ji ber pabendbûna wan bi sîstema demokrasiyê.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî êvara îro (Sêşem, 29.10.2024) pêşwaziya Balyoza Amerîkayê li Îraqê Alina Romanowski kir.

Mijara serekî ya danûstandinan girêdayî hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê û encamên wê bû. Balyoza Amerîkayê li Îraqê serkeftina hilbijartinên Perlemana Kurdistanê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz kir û amaje da ku, ew pirose bi awayekî birêkûpêk û di rewşeke asayî û aştiyane de bi rê ve çû û rêjeya tevlîbûnê jî bilind bû.

Her du alî li ser giringiya destpêkirina rêkarên pêkanîna kabîneya nû û hevfêmkirina aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê di wî warî de hevnerîn bûn.

Di pareke din a wê civînê de, danûstandin li ser bizavên destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê û pêdivîtiya çarekirina arêşeyên di rêya piroseya hinardekirinê de hatin kirin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 53 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:22:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x