Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêja projeyasaya budceyê li Bexdayê ye

Ji du hefteyan kêmtir maye bêhnvedana werzê zivistanê yê Parlamentoya Iraqê dest pê bike.

28.11.2022, Pts - 12:21

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêja projeyasaya budceyê li Bexdayê ye
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, daxwaz ji aliyên peywendîdar kir ku lezê di amadekirina projeyasayê de bikin û bişînin parlamentoyê. Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî niha li Bexdayê ye, bi mebesta gotûbêjkirinê bi Hikûmeta Federal a Iraqê re derbarê pişk û şayisteyên darayî yên Herêma Kurdistanê, di projeyasaya budceyê de.

Parlamentoya Iraqê diviyabû berî mehekê, projeyasaya budceya sala 2023an a Iraqê pesend kiriba lê kêmtir ji du hefteyan maye bêhnvedana werzê zivistanê yê Parlamentoya Iraqê dest pê bike lê heta niha hikûmeta Sûdanî projeyasaya budceyê neşandiye parlamentoyê.

Endamê Komîteya Darayî yê Parlamentoya Iraqê Nermîn Merûf got, “Wisa tê xuyakirin 150 trilyon bo 200 trilyon dînar ji bo bodceyê hatiye veqetandin, ev budce ku em dikarin bêjin budceya herî mezin e di dîroka Iraqê de ye.”

Komîteyeke hevbeş di navbera Wezareta Plandanînê û Wezareta Darayî ya Iraqê de hatiye pêkanîn ji bo dariştina projeyasaya budceya sala 2023yan û civînên wan berdewam in.

Roja Şemiyê jî bi serpereştiya Mihemed Şiya Sûdanî, aliyên pêwendîdar projeyasaya budceyê gotûbêj kirin û Sûdanî daxwaza kir ku di amadekirina projeyasayê de bilez bin û bê şandin ji bo Parlamentoya Iraqê.

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bi mebesta gotûbêjkirinê bi Hikûmeta Federal a Iraqê re niha li Bexdayê ye û derbarê pişk û şayisteyên darayî yên Herêma Kurdistanê di projeyasaya budceyê de.

Endamê Komîteya Darayî yê Parlamentoya Iraqê Dr. Xelîl Xazî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, nûnerên Kurd ên di nav Komîteya Darayî yê Parlamentoya Iraqê de, agahdarî wan daxwaz û naveroka gotûbêj û danûstandinan in, ên şanda Herêma Kurdistanê, bi Hikûmeta Iraqê re derbarê projeyasaya budceyê de.

Xelîl Xazî got, “Pêwîst e me agahdar bikin û em di danûstandinan de jî beşdar bin, ji bo ku em bikaribin di nav Komîteya Darayî de berevaniya bêhtir di ji bo maf û daxwazên Herêma Kurdistanê bikin.”

Endamê Komîteya Darayî yê Parlamentoya Iraqê yê ji Hevpeymaniya Dewleta Yasa Dirxam Malikî jî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, fermanberên Herêma Kurdistanê jî weke fermanberên din ên her navçeyeke din a Iraqê, mafê wan heye û nabe mafên wan tevlî nakokiyên siyasî bibin.

Endamê Komîteya Darayî yê Parlamentoya Iraqê Cemal Koçer anî ziman, “Heger rêkeftin were kirin û bêjin em ê 200 milyaran dînaran bidine we, hûn jî tiştekî radestî me nekin heta yasaya gazê tê pesendkirin vê demê em ê ji nû ve budceyê gotûbêj bikin û derxin.”

Li gor pêşbîniya endamên Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê, nirxê petrolê di projeyasaya budceya giştî ya sala 2023an de, dê di navbera 70-75 dolaran de be û tevahiya budceyê jî dê di navbera 120 milyar û 130 milyar dolaran de be ku weke budceaya herî mezin di dîroka Iraqê de, tê danîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 176 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:47:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x