Şanda kurd li Bexdayê ye: Rojev referandûm û serxwebûn e

Şandekî hevpar ê Polîtbûroya YNKê û PDKê ligel Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê gihişte Bexdayê. Rojeva hevdîtinê ya ligel berpirsên Bexdayê guftûgoyên li ser giştpirsî, vekirina deriyê diyalogê û paşeroja pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê ye.

05.04.2017, Çar - 07:14

Şanda kurd li Bexdayê ye: Rojev referandûm û serxwebûn e
Nuçe Belav bike

Di şanda bilind a kurd de Sekreterê Polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî, Endamê Polîtbûroya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Ednan Muftî û weke nûnerê Serok Barzanî jî Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên cîh digre.

Biryare şanda kurd li Bexdayê ligel Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, Serokê Parlamentoyê Selîm Cibûrî û herwiha berpirsên bilind ên hikûmet û aliyên siyasî bicive.

Endamê Polîtbûroya YNKê Ednan Muftî derbarê serdanê de ji Rûdawê re ragihand; “Rojeva hevdîtina giştpirsiya diyarkirina mafê çarenivîsa gelê Kurdistanê ye. em dixwazin bi rêyên siyasî û aştiyane ligel Bexdayê vê mijarê gotûbêjbikin û bigihe rêkeftinê. Herwiha berjwendiyên herdu aliyan jî biparêzin.”

Muftî da zanîn, ku ew dixwazin ligel berpirsên Bexdayê li ser biryara Parlamentoya Iraqê ya li hember biryara Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ya derbarê bilindkirina Ala Kurdistanê jî biaxivin û got; “Bi baweriya me ew biryar xelet bû. Me divê wê bagirjiyê safî bikin.”

Li gorî zanyariyên Rûdawê şanda kurdî dê kanala danûstandinan ligel Bexdayê veke. Paşî komîteyeke hevpar a Kurdistanî dê ligel Bexdayê ji bo diyarkirina mekanîzma û rê û rêbazên giştpirsiya Başûrê Kurdistanê danûstandinan bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 922 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:20:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x