Endamê Kemteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hemin Hewramî doh (Pêncşem, 15ê Gulana 2025ê) got, “Li ser vexwendina fermî ya Serokwezîrê berê yê Kanadayê û Serokê Yekîtiya Demokratên Cîhanê Stephen Harper û bi nûnerîtiya Serok Barzanî, em tevlî Konferansa 2025ê ya Partiyên Demokrat li Brûkselê bûn.”
Wî endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) amaje jî da, “Di hevdîtina xwe ya li gel Stephen Harper de, me silavên taybet ên Serok Barzani gihandin wî û daxwaza serkeftinê di konferansê de jê re kir.”
Konferansa Yekîtiya Demokratên Cîhanê îsal bi tevlîbûna hejmareke mezin a partiyên demokratîk ên cîhanê bi rê ve çû û gelek panel, axaftin û çavpêkeftin hatin lidarxistin.