Şandeke Hewlêr û Bexdayê serdana Tirkiyê dike

Li gorî ragihandina jêderekî agahdar, şandeke Herêma Kurdistanê û Iraqê serdana Tirkiyê dike.

28.04.2023, Cum - 05:52

Şandeke Hewlêr û Bexdayê serdana Tirkiyê dike
Nuçe Belav bike

Jêderê Kurdistan24ê diyar kir, ligel Bexda û Tirkiyê pêşveçûn heye.

Herwiha destnîşan kir, girêbest ligel çar kompaniyên firotina petrolê hatiye kirin.

Behsa wê yekê jî kir ku ew girêbest bi hevbeşiya ligel Kompaniya Somo û Wezareta Samanên Sirûştî hatiye kirin.

Roja 4ê Nîsana 2023an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Bexdayê kir û ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ve hat pêşwazîkirin, piştre bi amadebûna herdu aliyan, di merasîmekê de rêkeftina destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi awayekî hevbeş, hat îmzekirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 265 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:12:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x