Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro serdana Bexdayê dike

Biryar e îro şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi mebesta gotûbêjkirina pişka Herêma Kurdistanê di bûdceya Iraqê de serdana Bexdayê bike.

30.08.2023, Çar - 11:16

Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro serdana Bexdayê dike
Nuçe Belav bike

Jêderekî agahdar ji K24ê re ragihandiye, Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 30î Tebaxê ji bo gotûbêjkirina pirsa bûdce û mûçeyan ligel berpirsên hikûmeta Iraqê, serdana Bexdayê dike.

Biryar bû roja 25ê Tebaxa 2023an şanda Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina projeyasaya petrol û gazê serdana Bexdayê bikira, lê ji ber koça dawî ya bavê Wezîrê Petrola Iraqê Heyan Ebdulxenî, serdan hat paşxistin.

Hikûmeta Iraqê heta niha jî pabendî rêkeftinên xwe yên ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo şandina mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê nebûye û ev jî bûye sedema paşxistina dabeşkirina mûçeyên meha Tîrmehê yên fermanberên Herêmê.

Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê duhî derbarê dengoya redkirina pêşniyarekê bo şandina hinek pere bo mûçexwarên Herêma Kurdistanê ragihand: “Em ji aliyê tîma teknîkî ya Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê ve nehatine agahdarkirin ku pêşniyarek wiha heye, heta ku em red bikin.”

Ji aliyekî din ve Wezîrê Darayî û Aborî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Awat Cenab Nûrî di civîna ligel şandeke Parlamentoya Kanadayê de ragihand, Siyaseta Kabîneya Nehem, sifirkirina kêşeyên li gel Bexdayê li gor destûrê ye, di vê çarçoveyê de jî çendîn rêkeftin ligel hikûmeta Iraqê hatine kirine, lê ji ber pabendnebûna hikûmeta Iraqê, ew rêkeftin nehatine bicihanîn.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 429 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:10:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x